şikofeye be demî bawe pê ekenê

pênc xiştekî leser ẍezelî mamosta mela meḧmûd bêxud
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  511 Dîtin
şikofeye be demî bawe pê ekenê
diłim çe xoşe be seyr û sefawe pê ekenê
’ezab û derdî be (la) nawe pê ekenê
le burcî sîne ke ew zuhre çawe pê ekenê
firîşteyeke le ’erşî xwawe pê ekenê
nesîmî subiḧ be zułmanî şew ełê laço
henaseme beserî zulfya ełê laço
be xendenayî lebî le’lî sa’etê axo
ke lêwî guł be henasem eka ełê axo
çe ẍunçeyeke bedem bay sebawe ê ekenê?
le xoşî mutrîb û saqî xerîke ḧał bigirim
çe cêgey emeye êste min melal bigirim
ewende zorî nemawe ke řêy wîsal bigirim
le xoşî ew deme zorî nemawe bał bigirim
řeqîb ke egrî û em şoxî lawe pê ekenê
be ẍemzeyekî hezar dił be carê eřfênê
be ’îşweyek hezar cerg û dił ke epsênê
lelayê tir gułî řuxsarî xoy ke enwênê
hezar bilbil eka mest û eyşî girêynê
le gułşenî ke ew areq guławe pê ekenê
mîsalî wesłî guł û bulbule le bustana
le qeydî zulfî todabê dûsed diłî dana
çe xoşe em qiseyî pîrî me’newî dana
esîrî şêrî diłî ew kesem le xoşyana
ke kewte sîlsîley ew zułfe xawe pê ekenê
be xom û řîşî sipî wa le dergeket ekewm
be zahîrîşî nebînim ke be kełkî bête xewm
meger be řojî qyamet biłêm ke êste hewm
bedî eka ke seḧer mûy řojû řûy şewm
ełê bemin le kenarî semawe ê ekenê
be derdî pîrî û ’eşq be piştî wa xemewe
mîsalî bêxud wixadîm be derd û matemewe
dehen be xendeye herçend çawî piř nimewe
ezanî bêxud eger çone bem hemû ẍemewe
be dem birûskey (’erequn nîsawe) pê ekenê