wekû mecnûn diłim şêtane egrî
pênc xiştekî leser ẍezelî mamosta mela meḧmûd bêxud
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
2 Xulek
859 Dîtin
wekû mecnûn diłim şêtane egrî
be qeydî zułfewe dêwane egrî
be yadî çawekey mestane egrî
diłim bo zułf û řûy canane egrî
minałe bo guł û řeyḧane egrî
le cyatî mey diłim wa zehir eçêjê
le beḧrî çawekey gewher eřêjê
ewa gwêm lêye «bêxud»Kes çî ebêjê
çira îmşew ewa gewher eřêjê
ełê her bo minî perwane egrî
tecennun dête ber seḧray dîdem
le ’eşqî kêye em ẍewẍay dîdem
ebarê xwên le dû bînay dîdem
eka şabaşî kê deryay dîdem
ke çeşnî gewherî yekdane egrî
dû çawî nêrgis asa wek ’ereq xor
suraḧî mey bedeste wek ’ereq xor
le mescîd çî bika dił wek ’ereq xor
le kuncî tekye bo meyxane egrî
le çawim xwên debarî řût nebînê
wekû ye’qûb eger yusif nebînê
weya mecnûn ke řûy leyla nebînî
ẍezalî min eger satê nebînê
byaban quř depêwê lane egrî
le dûrî řûy ew ẍeddare ta řoj
le tawî ’eşqî ew xwên xware ta řoj
diłim daym be ahu zare ta řoj
şewê bê zułfî ew meh yare ta řoj
diłim bo sîne çakî şane egrî
sedî wek min fîday nawî to bê
le wextêka ke zîkirim nawî to bê
le řezmêka ke qatîl çawî to bê
le bezmêka ke qatîl çawî to bê
mey eřjê,dił eçê, peymane egrî
kemendî gerdenim gêsûy toye
hîlalî yek şewe ebroy toye
le ẍemzey çawekey cadûy toye
be yadî newbeharî řûy toye
ke çawim hewrî zistanane egrî
heta wek berdebazî řêge bo pêy
be zîllet xot nexey nazanî to kêy
le çawanit nekey xakî berî pêy
bira ta nebye toz û gerdî be pêy
be zeḧmet çakî ew damane egrî
su’alêkî heye «xadîm»Nasnava edebî le «bêxud»Kes
be xo key dêtewe lem ḧałe bêxud?
le ’eşqî kêye wa sermest û bêxud?
le diłta gencî yadî kêye bêxud?
ke îmşew nobetî wêrane egrî