ẍezalanî ḧerem naken le muştaqanî meḧrem řem

pênc xiştekî xadîm leser ẍezelî ḧemdî eḧmed beg saḧîbqiřan
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  554 Dîtin
ẍezalanî ḧerem naken le muştaqanî meḧrem řem
le řêy ke’bey wîsalî ger biřêjin eşkî wek zemzem
nîgarim xoy eger derxa minîş eyniwarmê kem kem
nenoşê awî guł bilbil minîş neynême serdem dem
ebê ew şîwenî guł guł bika min giryeyî dem dem
çe bezmêke le mey îmşew ke mîna ta milî piř bû?
le dengî bilbilîş gułşen le şorî guł gułî piř bû
diłî mîna le coşî ’eşq le nałey qulqulî piř bû
ke camî mey kułî giryey suraḧî dî diłî piř bû
be çawî piř le eşkî xwênewe feryadî kird cem cem
le şewda hełfiřînî wa beserçawim be yekdem hat
weham zanî ke dulber hat keçî dîm cîlweyî ẍem hat
çe bûkê bû kewa îmşew le bo em xane meḧrem hat?
weham zanî cenabî ẍem le diłda cê nebû hem hat
gelê małî dił awabê ke day cêge beşî hem hem
le bazařî me’anî řê le ’îlim û me’rîfet negrî
be dîqet be ke xermuhre be nirxî le’il û duř nekřî
lîbasî ’eşq be bałay zahîdî ehlî řya nebřî
umêdim kirdewey şîrîn le naşîrîn ebê nekirî
ewey coyayî le’le qet şikî naçête ser tem tem
ẍemî em ’eşqe yaran zor le şadî xoştire elḧeş
be giryey na’umîdî da eda herdem be dił řewneq
ewey min wa lewm dîwe eger yek car nebim eḧmeq
fereḧ ger hate lay min na’îlacim eydeme ber şeq
le yarî namwafîq xwanexwaste nek bixiwa ẍem ẍem
ẍułamî astanî ew şehnişahî newa her şeh
ke cîlwey em cemalem dî teḧeyîwir mam witim beh beh
be nîsbet şubhî řuxsarî çe însafe biłêm wek meh
debê teşbîhî řuxsarî be qursî xor bikem nek meh
legeł awî ḧeyata mey qyas ekirê newek zem zem
cîhan wek deştî bû gutim axo çe ḧałêke
gutî «xadîm»Nasnava edebî temaşa ke eme nûrî cemałêke
le qafyey tengewe zanîm le ser lêwî çe xałêke
le qursî řûmet û ẍunçey demî «ḧemdî»Kes su’alêke
leser zor, zore îḧsanî cwan merdan leser kem kem