her wekû şem’ê giřî ber da peřî perwane ’eşq

pênc xiştekî xadîm leser ẍezelî ḧemdî eḧmed beg saḧîbqiřan
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 3 Xulek  527 Dîtin
her wekû şem’ê giřî ber da peřî perwane ’eşq
qesdî xwênřêjî eka daym le em meydane ’eşq
cîlweyî leylaye berqî bo diłî şêtane ’eşq
«aşkarî kird hemû esrar û xoy penhane ’eşq
piř be kaşaney wicûde cane ya canane ’eşq»
zor û kem herçî ke eybînî cumley mumkînat
cînin însan û melayk walîd wihem ummehat
ẍeyrî wacîb esił û fer’î hem cemadat û nebat
«cuz’ û kul eczayî ferdî ka’înate ka’înat
herçî ef’alî tyaye mesderî hemuwane ’eşq»
şîrexorî daye nazperwerî ’eşqe wicûd
musterîḧî lutif û feyzî sêberî ’eşqe wicûd
her wekû seḧrayî eymen mesderî ’eşqe wicûd
«ẍerqî mewcî awu řengî gewherî ’eşqe wicûd
gewherî deryayî ’eşqî ḧezretî yezdane ’eşq»
nûr bexşî zułmetî kaşaneye xoy pê geyîw
deştekey hemware lay ew şax û kend û ko le şîw
cîlweyî meddî nîgahî xak ekate zêr û zîw
«şem’î dagîrawî destî ’eşqe şexsî pêgeyîw
pênegeyîwîş beqed xoy çakire û sułtane ’eşq»
herçî bu em bezme ehle ’eşqe muştaqî sîfet
’alemê mestî nîgahêkî ewn řaqî sîfet
bizim arayî ḧerîfan cîlwe eşwaqî sîfet
«bo geřanî bezmî ’alem ’amîle saqî sîfet
madeyekî mîslî mey ẍayey hemû řendane ’eşq»
nerdî em şetrence nabê daxłî şeş der nebê
berdî em deryaye nabê şewqî wek gewher nebê
’aşiqî ew şoxe nabê şêtî deşt û der nebê
«dił lem afaqeye be wîs’et herdebê kemtir nebê
boyê wek berqê lewê da arezûy cewlane ’eşq»
agirî ’eşqe ke wa ber buwete canî ’aşîqan
şêtî ’eşqin kuhken mecnûnî dana bê guman
şîrîn û leyla behanen şem’î cem’î mehřuwan
«bo şehadet şem’ û guł endamyan bote zuban
agirî berdawete dił bulbul û perwane ’eşq»
fer’e em kewn û mekane ’eşqe bo hemuwan esîl
herçî ẍeyrî cîlweyî ’eşqe hemû her qal û qîl
pirtewî ew bû ke agirî kirde gułşen bo xelîl
«’eşqî çî min agirêkî qudretim dîwe dexîl
diłmî kirdote cehennem nek be ateşxane ’eşq»
şem’e bo perwane layê layê cîlwey cazbe
qehrî hîcranî le layê layê xendey cazbe
zułfî bo dił qeyde layê layê řiştey cazbe
«sa’îqî meczûbe layê layê quwey cazbe
nûrî şewqî ’aşiqan û řengî me’şûqane ’eşq»
em meqame nîsbetî hergîz legeł cêy tir nîye
mestî em meyxane mestîy ebed her baqîye
xadîmNasnava edebîy em dergeyem řutbey meqamim şahîye
«baregahî ’eşqe cêgey serfirazî ḧemdîNasnava edebîye
muşkîle îmřo û sibeynê muşkîlî asane ’eşq»