guriftarî be nazî çawî yarê
Li pirtûka:
            Dîwanî Xadim
        Berhema:
                Xadim (1895-1953)
        
             1 Xulek
             1122 Dîtin
        
        
    guriftarî be nazî çawî yarê
hezar fîtney le yek ẍemze ebarê
kesê neydîwe ahûyî xetayî
beher sa’et bika şêrî şikarê
le hîcrana şewu řoj bê qerarim
le we’dey wesłî yarî bê qerarê
le eḧzanî xezanî hîcre nałem
weku bilbil le ḧesret newbeharê
weku şewnim beser bergî gułî sûr
le ’arzya ’ereq wek duř ebarê
le řêgey hîcrya nemdî delîlê
le ’eşqî beḧrya nemdî kenarê
denałê bo řuxî guł mîslî xadîmNasnava edebî
le goşey mîrẍuzarî murẍî zarê