le kwê satê bigrîm ey xuda seḧra û meydanê

pênc xiştekî leser ẍezelî mamosta mela meḧmûd bêxud
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  583 Dîtin
le kwê satê bigrîm ey xuda seḧra û meydanê
le ’etrî gêswanî ey seba kwa mîşk efşanê
ełêy ’aciz buwe nemdî le le’lî lêwî xendanî
le dulber guftugoyekim nebîst ey sîne efẍanê
le lêwî pêkenînêkim nedî ey dîde giryanê
desûtê dił besozî agirî dûrî û muştaqî
debirjê her wekû mecmer dexîlit bim were saqî
eger durde eger safe kerem ke badeyî baqî
desim nagate şûşey gerdinî mînay ey saqî
demim nagate çawî ey ’ereq xorîne fincanê
řuxî xurşîdî dapoşîwe egrîce û serî perçem
bizir bû nûrî îman wa be kufrî zułmetî perçem
le burcî ’eqreba meh têpeřî toş lade ey perçem
perêşanim le řûy ew şoxe lade satê ey perçem
diłim beynêke zor tarîke ey şew mahî tabanê
mutabîq şem’î řûte ayeyî «misbaḧ alimisbaḧ»Erebî
beyazî gerdinî to cîlwegahî falq alasbaḧErebî
le tawa ẍerqî beḧrî fîrqetim haware ey mellaḧ
gehê zamdarî tîẍî naz û ẍemzem çareyê ceřřaḧ
gehê bîsarî çawîm ey ře’îsî sîḧe dermanê
le seḧnî sîneda boçî byaban tey bikey ey dił
tecennun xoşe wek mecnûn beyadî leylewe ey dił
çe sakit ẍem ebê to lem byabane biřoy ey dił
betaw hat leşkirî ẍem sa lexo řoyştê ey dił
minalî zore şarî sîne ey mecnûn byabanê
bekamî załman takey esûřê çerxî to gerdûn?
hetakey ḧeqqebazîte legeł min bê newa gerdûn?
bese însaf û řeḧmêkit bibê haware ey gerdûn
zelîlim bigre destim kewtûm sa řeḧmê ey girdûn
feqîrim, namurade, bê newam, ey mun’îm îḧsanê
were «xadîmNasnava edebî» lemewla toş mebe lem řêge bê derpê
le leyla lade bo mewla fîdake can widest wipê
îtir merdane danê qedem lem řêgeye ey pê
wekû «bêxud» lemewla bigre bo xot řêgeyê ey pê
le mewlay xot bwê toş çeşnî ew ey dest damanê