xoşewîstî nîştiman

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 2 Xulek  2117 Dîtin
gyan fîday dest û qełem bê esp û zînim bo çîye
xet eger hîmmet bika biřne û kiřînim bo çîye
namewê espî keḧîl û biřnewî kurtî cwan
pasewanîm ger neken ḧîle û teqînim bo çîye
kwêr û keř bim ger le řasî řastî xom labdem
cya le qanûnî xuda ayn û dînim bo çîye
namewê destê ke yarî bê desêkî pê nedem
bazûyê awa nebê hêz û tînim boçîye
hawzimanim lêw bebaru tałe ḧałî małekey
piř gerûy giryane ew, min pêkenînim bo çîye
arezûy berzî weten boye beferzim xwênduwe
şad û bê ẍem tya bijîm hawřêy ẍemînim bo çîye
nîştîmanêkim nebê asayşêkî tya bikem
serserî bim namewê ew ḧałe, jînim boçîye
şanşîne nîştîmanim ḧeyfe pasarî nebê
baẍ ke perjînî nebû mîwe çinînim bo çîye
şarî bane û sabłaẍim keyfî hawînanme
ger mezey payîz nebexşê xaneqînim boçîye
gwêt le dengî mayî deşte bang le zaxo çon eka
genim û coy xom da’eçênim çînî çinînim bo çîye
piř be pê kałay xome namewê cizmey kesê
şałekem botanîye, fasonî şînim boçîye
çende lam xoşe ke lawekanî «şakel» bang eka
min bebê lawêkî xom em şiłe jînim bo çîye?