le sayey baẍî ḧusnî to le dinya giştî bêzarim

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 2 Xulek  598 Dîtin
le sayey baẍî ḧusnî to le dinya giştî bêzarim
le şewq û arezûy wesła wekû peymane serşarim
le xoşî ew şehenşahe le diłma derçuwe dinya
be cezbey ’eşqî ew şoxe le şaxa piř le hawarim
leber çawim hemû dinya piřî cîlwe û cemalî to
seraser sûretî toye le sîne û çawî xwênbarim
nekem ’ehde heta mawim xeyałî xawî dinyayî
be emrî to bisûřêto hemû etwar û efkarim
çe şorêke le diłmaye ke çawanim ecoşênê
çe coşêk û xiroşêke mîsalî hewre azarim
bełê bulbul le guł dûr bê jyanî jan û giryane
wekû bulbul enałênê le dûrî to diłî zarim
çîye ew şadî, ew şewqe, ke dinya kote, her tewqe
le pamaye xetam zore, le milmaye sitemkarim
dexîl ey şem’î bezim ara le late cem’î ahil alilةErebî
be ḧałim îltîfatêke ke bîmar û giranbarim
sîracî dîn û dinyayî le dił derçû şekîbayî
le dûrî to enałênim hejarêkî dił azarim
sîracî kuřeyî erzî le dû řêta diłim lerzî
lelay mewlawe çen berzî beto çî min xefetbarim
ela ey naybî řeḧmet xefetbarî leber afet
minî bê hoşî bê hîmmet çe bê ’eqił û çe bê ’arim
ke to bî naybî řeḧmet ke to bî mercî’î ummet
minî bê qedir û bê qîmet leberçî bê xefetbarim
le cwanîma temam wabû le pîrîma be ta’et bim
ke çî êsta ke zor zyatir esîrî nefsî bedkarim
beheşt û dîn û dinyamî beřasî to temennamî
derim bênî le bednamî gelê bednaw û asarim
hemû gencîm le řenca çû demî pîrîme diłgîrî
sirûr û serwerî to, be şewqî toye eş’arim
řezî şî’ir û bizey lêwim mezey serberzî toye
ke to serberzî afaqî minîş řûsur û lasarim
witim takey lederda bim witî sardî leser derke
begermî dił bicoşêne minîş ca def’î azarim
dexîle şakelîNasnava edebî destit le çakî pakî heł megre
newa damawî meḧşer bî be bê ew bê mededkarim