layqê bałay toye ey weten kałay sûr

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  490 Dîtin
layqê bałay toye ey weten kałay sûr
lêt mubarek bê kemerçîn çîn be çîne sewz û sûr
awî şîn û be neqşî řengî eflakit heye
nergist wek lokis encum waye řûnake le dûr
her wekû deştî xeta piř’askî tatarîye
her le deştî şakelo bîgre hetakû berde sûr
cedolî awit ke weqtê ’eksî řojî lê eda
wek heyasey zîwî piştî dulberî gerdin bilûr
ey weten me’qûle teşbîhit be cennet ger bikem
çunke «mةḧimûd alimqam»Erebîe xakeket ta nefẍî sûr
dił fîday ew şêxe bê eḧmedNasnava edebîe lay min meqdemî
xakî pakî «şakel» û şîrwane bote kêwî tûr