girdî şîrwane seyranî sîrwan

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  445 Dîtin
girdî şîrwane seyranî sîrwan
menzerey berzî xasî emîran
qełay serberz û qesir tacdar
cêge ’uşretî mîrî kurdewar
çaw endazî to dû qezay kurdin
yek le yek zyatir bedes û birdin
be îxlasewe awekey sîrwan
daman boste be kuł be giryan
sirwey deşteket were labere
şiney aweket neş’ey dulbere
banî esasî newşîrwane
ya qełay qîm kurde mîrane
hate ser ziman be giryanewe
xoy û emîrî elawanewe
banî esasim newşîrewane
te’rîxî řewşin noşîn řewane
bełam em qesre û em burce sexte
kirdey mîrî caf ew «darabexte»
layq be cêgey newşîrewan bû
ḧukmî ’edalet emrî řewan bû
em erz û aw û şax û direxte
ew ḧakmî bû leser em texte
çen mîr û wezîr meclîsyan egirt
le ’irûsya tedbîryan ekird
cêgey ’uşret û menzerey berzim
kiław ferengî şahane terzim
min qesrî çerxî paşay cafanim
kone hewargey kurde mîranim