em beyanye tasey xasim kird

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  575 Dîtin
em beyanye tasey xasim kird
tasey tom ekird bê diro řasim kird
pyasem ekird le say henara
bejnî tom eda legeł enara
řas û mewzûntir hełçubû le ew
řojî řoşnî lê kirdim be şew
wekamî meylit meylî kasim kird
nyasim nema terkî nasim kird
şêwey koçî yar çokî şikandim
te’emul nema tawê nałanim
taqetim nema le tîn û tawa
geřyam û giryam heta řojawa
řojawa wek şêt deştim da leber
heta se’dawa bo katî seḧer
boy derçûm tenha řuwew hewraman
be nałe û nirkey ho zaman aman
teskînî nîye dûrî bê wîsał
boye řûm kirde qapî zwalcilalErebî
řanmûnîm ka hetakû dûřo
legeł yarana be bê daẍ û řo
bo lay xaneqay ’usmanî ’ela
him «ahil altiqî»Erebî le dewḧey ’ula
bel tikay tikey pir nûrî ’usman
bitkête zamî azarî zeman
sařêj ka yekser zamî kone û no
mer lewê derçê derdî dûrî to
aramî bigirim heta we mirdin
şakelîNasnava edebî derka le des çî kirdin