destî şakelî û hêzî canane
Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
2 Xulek
798 Dîtin
le katî geřanewey şêx eḧmed le sêyem geştya bo byare le sałî 1970, be dił şikawî egeřêtewe em şî’re mutezadey danawe.
destî şakelîNasnava edebî û hêzî canane
em ḧewşe û bane
tekye û xaneqay şahî ’usmane
em mîwanxane
menzûrî ew bû ew deşte şore
bû be menzere
er ne şakel û em sewz û sûre
çon wa asane
nałey mekîne û tafey lûley aw
manendî berkaw
giryane wek min be tîn û betaw
seyle û barane
mekîne «mey çî» saqî awbare
çaweřêy yare
fiřey firmêskî ḧewz û fware
derdî hîcrane
derdî hîcranit bo nebû tewaw
diłim bû be aw
yekser dařja le serçawey çaw
bû be řoxane
întîzarî řêy dûřoy êranim
min û îmanim
bo geřanewey şay hewramanim
beł şay zemane
hana haware, şay şîrîn swar
tenham û ẍembar
katî ẍemxiwarî feqîr û hejar
ciłew gerdane
muxlîs murîd û sofî damawin
řêy lê gîrawin
le dûrî toda çaw piř le awin
katî serdane
nîsarî řêget şakelî û şakel
be komeł gel gel
îtîzarî ton wek řojî serkel
çend direxşane