şêxî min şahêke řuxsarî ełêy destey gułe

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  434 Dîtin
şêxî min şahêke řuxsarî ełêy destey gułe
neş’ey şehlay çawî şerbetî derde diłe
sûret û sîma letîfe wek mela’îk bê xeta
em melek ew safe goya menşe’î aw û giłe
řû gułe, mû sunbule, sîney debistanî me’an
lêk bo çawî ’edû azare nîşî peykułe
xwardin û xewî beřastî her ûەنەۆزûû çeştine
peyrewî xîralurîErebîye boye sedrî meḧfele
sebir û aramî biřawe bo demî dîdarî to
çî le bałindey diłim kem lem çiło bo ew çiłe
namewê dinya be bê to ey kemałî dînekem
dînî min dîdarî toye lem seraw û menziłe
destyekî germyanî muxlîsî asanetin
bo xuda lutfê bike qurbanî to ew komełe
şakelîNasnava edebî wesfî sîřacedîn be to qed nakirê
wek nimûne waye bo ew ḧeyfe bo ew mucmîle