bew xwaye minî kirde fîday xakî derî to

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  423 Dîtin
bew xwaye minî kirde fîday xakî derî to
twê twê derûnim piřî toye û eserî to
řeḧmê bike bem goşenşînî xem û derde
řoḧim be fîday xadîm û seywan serî to
çon nebme fîday xadîm û qurbanî ẍułamtan
meḧbûbî xuda, nayb xîrul beşerî to
sed destî min û damênî lutif û keremit bê
cêdarî ’ela, nûrî dû çawî ’umerî to
biřwane derûnim ke piřî derd û meraqe
dermanî wîsałî toye desim kemerî to
perwîn û sureyyaye surişkim le fîraqî
řuxsar wekû şemsî munîr û qemerî to
bînş le nemanaye le çawî serî suřman
nwarîwye be giryanewe bořêy guzerî to
men’im meke qurban diłekem sebrî nemawe
şêwawe leber şêwey ’ezmî seferî to
bê çare wekû min dese ser şakelîNasnava edebîye
herwa be umêdî keremêke û nezerî to