«sikała le bêkesî»

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  422 Dîtin
çî kem nema kesê ke derim ka le nakesî
ta maç xakî berî pêy bikem le cêy desî
ya xud le kwêye ew kese řoḧim fîdayetî
derka le twêy derûnî diła derdî bêkesî
ey nefsî bed mezac de lade le lakî az
bo to, segî, çeqełî, gurgî, kerkesî
besye diřindegî, de besî bê biřindegî
dêwî, dirincî, bedî, ya le giruhî sermesî
şermê bike le ’îzetî dînî miḧemmedî
em ’eyş û noşe ta bekey û bergî etłesî
ey pêşeway mizgewtî ẍewzî hemû zeman
řojê xetîbî cum’e û baqî mudeřîsî
ustadî xasî menhecî etba’î eḧmedî
zana beseyrî menziłî afaq û anfisîErebî
destî řicay şakelîNasnava edebî û çakî damênit
yadî bike le seḧergehêka ke heł’esî