nûrî çawan û newey şîrînim

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 3 Xulek  624 Dîtin
em şî’rey xwarewe pend û amojgarî şakelîye bo miḧemmedî kuřî newey şakelî û hemû şakelyekan
nûrî çawan û newey şîrînim
sermayey jînî dinya û dînim
bo jînî dinya cê îsraḧetî
bo řêy axîret hoy feraẍetî
îsraḧet nebê îta’et nîye
îta’et nebê ḧeqîqet nîye
feraẍet mayey zîkir û efkare
hoy serkewtine lem karzare
zorim zeḧmet dî le řêy dinyada
serawî bê aw her le bînada
besye bo dinya em têkoşane
bo dinyay duwem katî coşane
to «alim yan»Erebî eger bixiwênî
zor be asanî wazî lê dênî
beşertê xuda hîdayet bida
cya nebî le řêy xasanî xuda
sîřacî wehac le řêgema bê
yekê wekû to le cêgema bê
eger beřasî îslame ekêşim
ḧeyfe bo dinya des řabkêşim
dinyam tewaw kird be natewawî
dame des êwe nekewne dawî
pelx û malos û yekanew wawî
zorî têdaye wek tûley řawî
hemû betałew dawî dinyaye
řêgey serkewtin lelay mewlaye
’îlim û ’edalet hemû îslame
eger beřasî bixiwênin name
fermûdey ḧezret pyawî dû dinya
xoşewîst ebin le herdû sera
bełam zeḧmete be kem kes ekirê
em paye berze be «zuḧiz»Erebî edrê
minîş kem bext û pîru uftadem
muḧtacî řeḧmî gencî azadem
«azî alḧacat»Erebî bełkû xudaye
bełam esbabîş lutfî mewlaye
řêgakem dûre bê kewş û kałek
zeḧmet hełgirê desê dû kałek
axir basme hîçim lê naye
meger her zuban ewîş nizaye
xom hîlak nakem îtir bo dinya
exnikêm řojê le bêx û binya
be yarî xuda û komekî ’usman
be musa’edey bazûy azayan
beqayey dunya û mayey jyanim
bo her der biçin nûrî çawanim
êweş be řasî û be dosî û çakî
desî yek bigirin zor be çalakî
řemzî serberzî wicêgey keramet
çawdêrî biken be bê nedamet
asarî berzî payeberzekan
nîşaney cwanî şîrîn terzekan
adabî dersî akirim alsilfErebî
çonî egořê aḧsin alxilfErebî
besye azîzim taqetim nema
le to xoştirî dił ha be tema
kewte xeyałim sîretî ’usman
dinyay lê kirdimo sûretî bê gyan
be lutfî xuda û hîmetî ewan
ḧeme û enwer û se’îd û ’usman
des le gerdinin hetakû mirdin
bê taqet nabin le çake kirdin
çake bo merdim çaktir ta’ete
«min yinfi’ alnas»Erebî qisey ḧezrete
lêmî werbigrin be gyan û be dił
min leme zyatir xom nakem xecił
pendî pîranim zore lem řenge
ha le deftera boye bê denge
bijî be şadî legeł birata
be dosî û řasî legeł hawpata
esperdey xuda û ’elî û ’elabin
dûr le meynet û derd û bełabin
selamî germim bo gişt şakelî
zor beřêz bê komeł û gelî
êwe wek ewan, ewan wek êwe
lay min yekêkin bê ferq û şêwe
lebîrim neken be řoju be şew
çun min katme lem xew bo ew xew
minîş du’ay xêr witin û kirdin
bê ferq, bê wiçan, hetaku mirdin
carcar şakelîNasnava edebî têy be xeyala
le kořî germî xoşî eḧwała
legořîş du’ay xêrim temaye
wek min bê xeber mebin řicaye