«peşîmanî»

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  618 Dîtin
xało kwa dewrey gencî û cwanît
meclîs arayî û şîrîn zwanît
kwa des û birdî merdî û azayît
kwa naz û ’înwan dewrî dinyayît
kwa çawî mest û ebroy xemîdet
kwa xetî řêḧan taze demîdet
kwa des û pênûs witarî merdît
kwa şî’ir û edeb be kurdî wirdît
kwa şan û şewket baz û biřnawit
kwa pêkanî kel lûtke û kiławit
kwa řan û řikaw ser û swarît
kwa řesim û cîsim û îsmî dyarît
kwa borey keşxey ser meydananit
kwa bigre û birdey seru yaranit