şêxekey řûsûrekey mesrûrekey ’alî meqam
Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
2 Xulek
665 Dîtin
şêxekey řûsûrekey mesrûrekey ’alî meqam
kêwî tûrî ya le nûrî naybî xeyrul emam
naybî xeyrul enamî to be ḧusnî xułqewe
peyřewî peyẍemberêkî saḧêbî řutbey xîtam
saḧêbî řutbey wilayet kaşîfî derd û ẍemî
pêşeway etqyay ewlyakanî îmam
ewlyakanî îmam û hem enîsî bê desî
xadmî şer’ û meḧasîn řaberî řêgey selam
řaberî řêgey selam û murşîdêkî me’newî
şarezay tefsîr û şer’ û řemz û ayat û kelam
řemzî ayat û kelam û ders û tefsîr û ḧedîs
layqî tewcîhî toye tê geyênî xas û ’am
xas û ’am zumrey îslame îmřo qîblekem
řû le xetme û xaneqatin řoj û şew her subiḧ û şam
subiḧ û şamit bezlî mał wiserfî ḧał û dersî dîn
destigîrî her feqîru bê newaw bê meram
bê merame bezlî nan û małî tekyew xaneqa
bo xudaye serfî mał û ḧał û şanit berdewam
berdewam bê, ya îlahî, xadîmî qur’anî to
beşqî ew safî qedîm saḧêbî beytul ḧeram
saḧêbî beytul ḧeram emcare ’efûy şakelîNasnava edebî
qesdî ew bê wekû min bo ewe dest û du’am