wa dyare min lemewla řîşî yarim pê xoşe

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  864 Dîtin
wa dyare min lemewla řîşî yarim pê xoşe
nałew û şîn û çirîkey qelbî zarim pê xoşe
bo ewe takû nekêşim minetî saqî û şerab
řûbeřwî canane çawî eşkibarim pê xoşe
hatûm bo maçî kułimit ba ke zulfîş lanedey
bo omêdî noşî şerbet nîşî marim pê xoşe
lalezare nawî sînem piř le xwênî tik tike
take pejmurde nebê min nazî yarim pê xoşe
çî le tekye û medresey şêx û mela bê terkî bikem
piř le şorî ’eşqe min xaney xumarim pê xoşe
ger gerekte ta bizanî mezhebim ey wişke şêx
min be xumarî nałeyî ’ebdêkî xumarim pê xoşe
ayî û oyî dił lesed zikirî řyayî xoştire
piř le soz û ’îşq û qelbî bê qerarim pê xoşe
mestî badey ḧeq şinasî kirdum êstake min
boye neş’ey çaw mexmûrî nîgarim pê xoşe
eḧmedNasnava edebî wa emcare lefzî şî’rekanit zor ziln
wis be, bê deng be, ke min bê zuwan û zarim pê xoşe