legeł dił ’ehde em care necatim bû ledes dûrî

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  470 Dîtin
legeł dił ’ehde em care necatim bû ledes dûrî
serim danêm leser berdî serî řêget be mesrûrî
meger şîrwane cennet bû cenabî to ke boy řoyî
le derkî esfela mamo minî layq be řencûrî
lebo to bû ke dekkem la, wekû řizwanî cennet bû
emêste neşterî xare leberçawim gułî sûrî
hemû dinya leberçawim seraw û biłqî xwênîne
ewendey řiştuwe suruşkî sûrî û swêre
le pencey pamewe ta ser, biłêsey arî meḧrûmî
hełîqirçan û sûtanî, xuda tewbe le mehcûrî
xumar eşken le kwê bêrim min û saqî leyek taqîn
ne bêkes wek minî bê dił esîrî derdî mexmûrî
ełê eḧmedNasnava edebî le dûrî to wekû perwane û şem’e
be qurbanî cemałit bim serapa komełê nûrî