xałoy ’ezîzim şakelî meqam

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 2 Xulek  516 Dîtin
em parçe şî’re semaḧetî şêx ’usman le ḧesem miḧe fermûyetî û nûsîwye û her lew geşteda ke teşrîfî le kifrîyewe hat û dîdenî şakel û małî ḧacî semîn pałanî û ḧesen miḧey kird, bendeş le xizmetya bûm û, le řastîda seferêkî xoş û lebîr neçwew şewêkî le diła neqiş girtubû... wełamî kaẍezêkî minî nûsî buwewew ew şew way zanîbû kaẍezî mîrza eḧmedî xoyane le kotayîda ke ḧałî bûbû le namekeda em parçeyey nûsîbû:
xałoy ’ezîzim şakelî meqam
le paşî ’erzî guł destey selam
bo te’bîrî xew wegyanit qesem
bot beyan bikem bê zyad û bê kem
wam zanî namey mîrzay xomane
çon xîtabî wa legeł tomane
îmzay keẍezit mîrzay eḧmedî
qesem be řoḧî ’ewdal semedî
cwawî mîrza bo xoyî nûsra
ewîş be ’ekso te’bîrî kira
qezye tewaw me’kûse bełê
we nawî katib ḧukim edrê
kaẍezî kê bû cwaw bo kê çû
bibxişe hîç kes leser çû neçû
esmay muşterek wiłatî têk da
îsmî to û mîrza, key wan le
naw binûsî eḧmed betenha
me’rîfey nebê ḧerfêkî weha
bizanîn edîb xewî way dîwe
ya mîrza xerîk wiřawe buwe
sêwman bo nardî teşbye kirawe
wek řûy ’abdan nawî nirawe