xawî ẍefłet

Li pirtûka:
Çepke Guɫ
Berhema:
Şamî Kirmaşanî (1917-1984)
 4 Xulek  856 Dîtin
dinanim jan kird pey deway dinan
ser xwem heł girdim weru xyawan
dust we wext teng mekey yadî dus
le «îbraym abad» çîm werew «sîrus»
le «sêřay sîrus» dinan sazîg hes
ew dinansaze řefîq bendes
wetim çime lay aẍay musenin
bîyem derbarî dinam le bin
hem řîş hem qeyçî deme desî xwey
tway bikîşî ya piřî bikey
çun řesîm weser «sêřay saraweg»
cem bîn yey ’idey cwan bîřeg
yazde nefer bîn, her yazdey xumar
gişt we xumarî tek dawne dîwar
her yazdey xumar her yazdey peker
gişt we pekerî sîne dawne xwer
lewre îrc dîm kuř yaru ’etar
le bałaxane gerit xistuney xwar
bałaxaney gerit webeskî berze
byese qatił herçî serherze
herçî serherze ya pehłewane
axir xeney xwar lew bałaxane
řefîqeyl we zur qesem û qur’an
ta axir piley hirîwin beney ban
kem kem beneney ta axir pile
lewre dî zanin pełewan şile
dełek nenelî le bam hestî
xeney naw girdab feqir û tengidestî
yey weqit bîdar bud le xaw ẍifłet
ẍerqen we deryay nifrîn û nifret
çu segî sifûr deway duye pî
çiłim we lutî çûd aw we çewî tî
larey serî tî le naw xyaban
leban deyde xwar, le xwar deyde ban
fikirî perîşan ḧewasî perte
zikir zwanî yagerit yagerte
yagerit yagertî yagerit wemin der
wey bedbextîye nicatim bider
çîde xyaban şeweyl şeme
xîzu duz fire, pełewan keme
hirîwin wîney muş gişt kirde lane
qendaẍ xwer nemen le qehwexane
xyaban! mewla bikey xirawit
çen cur cinayet kiryed le nawit
ley la bawkî dîm we daẍ kuřî
çing xeyde sûret yexey xwey diřî
hem deyde sîne û hem wenaw çew
hem ûşî yařeb! kes hemderdim new
yařeb! kes çumin řencî bîwer new
xurde û xurakî xwîn ciger new
penca û pinc - şeş sal le ’umirim çîye
le huç idareg sabqem nîye
ne kułaberdar ne ḧuqebazî
’umrî dameser we serferazî
cuz bazû, minet nekîşam we kes
nan wedrustî hawirdim wedes
yey kuřî dîrim nuzde sałîye
mewqey zindegî jin û małîye
mewqeyge çudar wesay binîşim
ah řaḧetîg wedił bikîşim
welî mîwey muzd baẍebanîm
telx kerden badey zindeganîm
hizar def wetim ey řułe! hawar
le naw hemsayeyl serim xeyde xwar
du xwîşk dîrî necîb û sengîn
tu karî gen key, ewan bun nengîn
xwîşkî gertî kesî nyexwazî
kî lane le dire laney mar sazî?
hizar def wetim tule marî zerd
we gerdî řefîq nadrus negerd
er heftey we gerd gertî bigerdî
ta řuj mirdin mubtilay derdî
dird bî deway ’elac napezîr
qatłiter ce sil, karîter we tîr
eger «eflatûn» şew bayde małit
«erestû» bikey fikirî we ḧałit
«luqman» û «suqrat» her çwar binîşin
her çwar řey byen neqşe bikîşin
«eflatûn» we derd bî dewat, mate
«luqman» muntezir řey «suqrate»
her çen binîşin herçî biken şewr
nitîcet nusin axir eřay qewr
řułe! çet bûşim? çet barim weyad?
řenicit bî wer bû, řencim dayde bad
bayew teştî mis, qawleme û qazan
giştî firetî dengim nate ban
qeyçî û gaz’enbur, des tîşe û qen şikin
yey tîke espaw neyştîd eřay min
qîçî le taqçe naxin wepî gird
ta ẍafił kirdim qeyçye geç bird
efsûs pey řencî min kîşam yey ’umir
nawit ḧusîn nam, eřa bîde şimir?!
her sat çu gapîr çing neyde ḧełqim
tway we çequ derarî ḧełqim
nyezam kû biçim, řû wekî barim
hemsayeyç nyekey gûş we hawarim
gûş hemsayeyç weqałim piře
mewla nabud key î bawik û kuře
çun pend «şamî» neşneftî we gûş
gertî bîd kem kem bîde gerit firûş
yese karî to kîşade zindan
xwem zanim lewre genit tyeyde ban
çepałe û urdeng sîley çep û řas
zwanit kul key tyeyde iltimas
serit seringûn bełayî bed bû
derdî ke girdî nesîb xwed bû