xew ẍefłet
From the Book:
Çepke Guɫ
By:
Shami Kermashani (1917-1984)
4 minutes
1745 views
dinanim jan kird pey deway dinan
ser xwem heł girdim weru xyawan
dust we wext teng mekey yadî dus
le «ibraym abad» çîm werew «sîrus»
le «siřay sîrus» dinansazîg hes
ew dinansaze řefîq bendes
wetim çime lay aẍay musenin
bîyem derbarê dinanim le bin
hem řîş hem qeyçî deme desî xwey
tway bikîşê ya piřî bikey
çun řesîm weser «sêřay saraweg»
cem bîn yey ’idey cwan bîřeg
yazde nefer bîn, her yazdey xumar
gişt we xumarî tek داۊنە dîwar
her yazdey xumar her yazdey peker
gişt we pekerî sîne داۊنە xwer
lewre îrc dîm kuř yarû ’etar
le bałaxane gerit xstüney xwar
bałaxaney gerit we beskî berze
byese qatił herçî serherze
herçî serherze ya pehłewane
axir xeney xwar lew bałaxane
řefîqeyl we zur qesem û qur’an
ta axir piley hirîwin beney ban
kem kem beneney ta axir pile
lewre dî zanin pełewan şile
dełek nenelî le bam hestî
xeney naw girdab feqir û tengidestî
yey weqit bîdar büd le xew ẍifłet
ẍerqen we deryay nifrîn û nifret
çü segî sifûř deway داۊیدە pê
çiłim we lüty çûd, aw we çewî tê
larey serî tê le naw xyaban
leban deyde xwar, le xwar deyde ban
fikirî perîşan ḧewasî perte
zikir zwanî yagerit yagerte
yagerit yagertî yagerit we min der
wey bedbextîye nicatim bider
çîde xyaban şeweyl şeme
xîz û duz fire, pełewan keme
hirîwin wîney müş gişt kirde lane
qendaẍ xwer nemen le qawexane
xyaban! mewla bikey xirawid
çen cûr cinayet kiryed le nawid
ley la bawgî dîm we dax kuřî
çing xeyde sûret yexey xwey diřî
hem deyde sîne û hem we naw çew
hem üşy yařeb! kes hemderdim new
yařeb! kes çü min řencî bîwer new
xurde û xurakî xüyn ciger new
penca û penc-şeş sał le ’umirim çîye
le hüç idareyg sabqem nîye
ne kułaberdar ne ḧuqebazî
’umrî dame ser we serferazî
cuz bazû, minet nekîşam we kes
nan we dirusî hawirdim we des
yey kuřî dîrim nuzde sałîye
mewqey zindegî jin û małîye
mewqeyge çü dar we say binîşim
ah řaḧetîg we dił bikîşim
welî mîwey muzd baẍebanîm
tełx kerden badey zindeganîm
hizar def wetim ey řûłe! hawar
le naw hemsayeyl serim xeyde xwar
du xweyşig dîrî necîb û sengîn
tu karî gen key, ewan bûn nengîn
xweyşig gertî kesî nyexwazê
kî lane le der laney mar sazê?
hizar def wetim tule marî zerd
we gerdî řefîq nadrus negerd
er heftey we gerd gertî bigerdî
ta řûj mirdin mubtiłay derdî
dird bî deway ’iłac napezîr
qatłiter ce sil, karîter we tîr
eger «eflatûn» şew bayde małd
«erestû» bikey fikirî we ḧałd
«luqman» û «suqrat» her çwar binîşin
her çwar řey byen neqşe bikîşin
«eflatûn» we derd bî dewad, mate
«luqman» muntezir řey «suqrate»
her çen binîşin herçî biken şewr
nitîced nüsn axir eřay qewr
řûłe! çed büşm? çed barim we yad?
řenicit bî wer bû, řencim dayde bad
baye û teştî mis, qawleme û qazan
giştî firetî dengim nate ban
qeyçî û gazenbuř, des tîşe û qenişkin
yey tîke espaw neyştîd eřay min
qeyçî le taqçe naxun we pî gird
ta ẍafił kirdim qeyçîyegeş bird
efsûs pey řencî min kîşam yey ’umir
nawid ḧuseyn nam, eřa bîde şimir?!
her sat çü gapîr çing neyde ḧełqim
tway we çequ derarî ḧełqim
nîyezam kû biçim, řû we kî barim
hemsayeyş nîyekey gûş we hawarim
gûş hemsayeyş we qałim piře
mewla nabûd key î bawig û kuře
çun pend «şamî» neşneftî we gûş
gertî bîd kem kem bîde gerit firûş
yese karî to kîşade zindan
xwem zanim lewre genit tîyeyde ban
çepałe û urdeng sîley çep û řas
zwanit kuł key tîyeyde iłtimas
serit seringûn bełayî bed bû
derdî ke girdî nesîb xwed bû