dił we zencîr feraqit rah azadîş bene

Li pirtûka:
Çepke Guɫ
Berhema:
Şamî Kirmaşanî (1917-1984)
 1 Xulek  922 Dîtin
dił we zencîr feraqit rah azadîş bene
kar dił herdem we dûrît, dad û ah û şîwene
dad we bed’ehdî xûban her kesî dîrîd welî
gûş gerdûn sitemger keř we feryad mene
dił we feryad û fuẍan kird xîş û bîgane melûl
bîwefa! aya dił to seng sext, ya ahene
seng umîd wisałit şîşeyî sebirim şikand
berqî şemşîrî feraqit qatłî gyan û tene
xwem ’eceb dîrim we tałey şûmî keçbinyadî xwem
mîhrebanî gerd her kes kem, we gerdim duşmene
bîsebeb sergeşte mecnûn çî we seḧrayî cinûn
mer nezanist řesim xûban bîwefayî kerdene?
ta dem mirdin demadem, dem we dîdar tu dem
ta bizanî dił esîr çahî ẍem, çun bîjene
gyan weçengał feraqî der nyekey şamîNasnava edebî! neke!
dad we bed’ehdîy xûban, mayeyî xûn xwerdene