şi’ir new

Li pirtûka:
Çepke Guɫ
Berhema:
Şamî Kirmaşanî (1917-1984)
 2 Xulek  973 Dîtin
ya feraq axir kuşîdim ya ẍemî eş’ar new
wey du derde er nemirdim, dî ne lerz dîrim ne tew
ab û xak qałb nekerde, gił we pî ûşin ne xişt
zeḧmitî sermay zimsan ritbey yex deyde ew
qisseyî bî meẍiz û meẍiz azar û pûç û bî lezet
dîm we her cem’î xwenîney ehlî mecils keyde xew
rewẍen û gûşt û birinc û lîmû ’emmanî û sîb
key we xamî bud bixiweydey ta nekiryeyde çiłew
şa’rî şîrîn kelamî şi’ir new! her ye bizan
’afîyet duren ce serkar er bixiweyd heşt meşke ew
kaẍezî nifłe, qełem řence û xwet xeste neke
rahî tu we tirkisan çu ey ’ereb! bî xud nedew
qafye sułtanî şi’ir û qałb xiştî suxen
xiştî bî qałb, çi ḧasił? mułkî bî sułtan xirew
rûḧî se’dîKes şad ke nwîsî kes le î miḧnet sera
ta nekîşd řenc û miḧnet, genc we nesîbî nyew
sed hezar efsûs ke birdim sed hezar ḧesret we gûr
ba’sî bedbextîy min çerx min dûn û çetrî kew
şi’rî new bayed we jist û nazî mexsusî xwenî
er we merdane xwenîdey ḧerf mufte û naḧesew
şi’ir new kuhne we yadim bird, nyezanim çare çes
qisseyî bî meẍzî be’zî meẍzî şamîNasnava edebî kird xirew