şi’ir new

From the Book:
Çepke Guɫ
By:
Shami Kermashani (1917-1984)
 2 minutes  1855 views
ya feraq axir kuşîdim ya ẍemî eş’ar new
wey du derde er nemirdim, dî ne lerz dîrim ne tew
ab û xak qałb nekerde, gił we pî üşn ne xişt
zeḧmitî sermay zimsan řitbey yex deyde ew
qisseyî bî meẍiz û meẍzi’azar û pûç û bî lezet
dîm we her cem’î xwenîney ehlî mecils keyde xew
řewẍen û guşt û birinc û lîmû ’emmanî û sîb
key we xamî bud bixiweydey ta nekiryeyde çiłew
şa’rî şîrîn kełamî şi’ir new! her ye bizan
’afîyet düren ce serkar er bixiweyd heşt meşke ew
kaẍezî nifłe, qełem řence û xwed xeste neke
řahî tu we tirkisan çû ey ’ereb! bî xud nedew
qafye sułtanî şi’ir û qałb xiştî suxen
xiştî bî qałb, çi ḧasił? mułkî bî sułtan xirew
rûḧî se’dîPerson şad k nüysy kes le î miḧnetsera
ta nekîşd řenc û miḧnet, genc we nesîbî nîyew
sed hezar efsûs ke birdim sed hezar ḧesret we gûř
ba’sî bedbextîy min çerx dûn û çetrî kew
şi’rî new bayed we jist û nazî mexsusî xwenî
er we merdane xwenîdey ḧerf mufte û naḧesew
şi’ir new kuhne we yadim bird, nyezanim çare çes
qisseyî bî meẍzî be’zî meẍzî şamîPen name kird xirew