řun newatî

From the Book:
Çepke Guɫ
By:
Shami Kermashani (1917-1984)
 5 minutes  711 views
merdim bayne dyar î bedbextye
řun xatircem, ley şare nîye
çîm řun bisînim, le yarû beqał
eřay nawhełway, cumey axirsał
siłamî kirdim, wet: eleyk gişt kes
ew kase eřay, çe girdîd wih des?
mas tway? neyrim, řub tway? nîye
şîr dû cwîr hes, sifîd û sye
wetim: hey meşey «zindey gyanit bû»
beqałî bays, gişt cinsî daştû
şîrnî şeker ta şûrî nimek
tuxmî kasepişt ta ḧacî leklek
’unab û xakşîr, cewhermîwe
her lih gił serşur ta gił gîwe
ahî serd kîşa beqał wedłigîr
wet nadrwîstî pîrim kerden pîr
zerfî mas tyerim du heftih mînît
aw nîşastih kesî nyesînît
er pencay eřay muşterî kîşim
beydey mał û tyey nemîtih řîşim
dway merafew dawaw tuserî
kem kem kar kîşît we kełanterî
dîm beqał bûr desim deyde şeř
keydemh kewtir qeyçî bał û peř
bî curim û teqsîr ’uzir û behanh
şapeřim kîşin kenemh lanh
beqał gurce û bî, eweł karî kird
desî çep hawird des řasim gird
maşełła we zûr, meşey elyesker
we eweł tekan, kîşademe der
pencem cur tesbîh penşeş dewr şimard
sî «tu bimrî» û çwarde qesem xward
wet: xwem ’eşayr, çekîdey kurdim
demen řun le mał, xałûm hawirdim
dwêkih ta îmru şeş menî birdin
hîç kam weqed tu îrad negirdin
dû sa’et û nîm, le řun tarîf kird
we gyan serkar, meẍiz le serim bird
wetim: pencay çend? wet: şeş tumen nîm
wetim: gyan xwet yey penca byepîm
ne mezey kirdim, ne lelî xwardim
şeş timen û nîm, eřay şimardim
herçend qerz kirdum, welî wexuşḧał
şîre û ard û řun, hawridme mał
ta řun řişandim, we naw tawe
dîm bûgenî řun xeylî xirawe
we gyan serkar, şûxî derřefte
min geman kirdim, bûgenî nefte
lenaw tawe, le ban pirmîz
yey hełway pezîn xuşřeng û qirimz
zeřey le hełwa, nyame ban zwan
dił û derunim, wextu bayte ban
tawe hełgirdim, werew naw hesar
gin gin ley hełwa, dame qey dîwar
hemsayeyl wetin: «şamît bîye
wetim: ne merdim ye bedbextîye
pułim herame ye bayes biřşît
er beşî bikem, mirdîyekan kuşît
yey řun kelew řun newatîye
sîf îmrîkayî! gerdî qatîye
damey qey dîwar, małeyk hawirdim
taqnimay naweřas, benkeşî kirdim
î qałe řesî, wegûş xawin mał
hate naw hesar, kirdey qirim û qał
jin saḧêwmał, wemał hate deyşit
wih to çe pinhan mirdig eřam neyşit
ew her duşmîn dat, min deng nekirdim
axir mecbûr bîm, naw bawkî birdim
ta yey duşmîn dam, hem pyaw û hem jin
çu seg hełamat, hawirdin pey min
pyaw hate wer, jine kefte pişt
çing nane ḧełqim, wezîle we mişt
hef heşt des xwardim, dudes weşanim
bîs kiranşîn řişyane banim
naw hesar bîye, meydanî neberd
ceng şirû’ kirya, we esłeḧey serd
we teştî řextişûr, eftawe û awpaş
yekî ateşřîz, yekî we meqaş
tayfey ewan, famîleyl min
amadey ceng bîn, hem pyaw û hem jin
min dîm kar gene, naw xuda birdim
kirawatekey baqirxan girdim
her wek kîsekeş le naw ḧemam
dirîjî kirdim miştumałî dam
baqir xan le jîr, bîs nefer le ban
minîş le naweřas, cur kewaw lay nan
şeme û şekiralî, şemsułła û şîrza
mûsa û mam welî, mistefa û mîrza
sefer wesîlew muşteba we mişt
daraxan dad kird kerîm kazim kuşt
biçîm we ser wext, jineyl delîr
destey çû piłing, idey wîney şîr
merzye û mehweş, mehîn û mehnaz
şuhre û şerare, şehîn û şehnaz
amne û milûk, asye û eqdes
zułf yektirî, pîçanun wedes
taban wetakewş, cîran we cařû
leyla we leqe û gułbanû we çû
kîşwer wekuçk dade ’elî xan
yey ředîf dinan aryey şikan
xenh lîrda bî ḧesen sîwil qew
wesîley ’ebas neqiş besawe zew
du zeř’ weyey zeř’ zemîn ferş kirdu
çiman leşî bî sê řuj pîş mirdu
zemîn ferş kirdu çû qalî kułpay
gahî ẍeş mekerd ga ga mewat ay
mehweş medhûş bî, qemertac ẍeş kird
nisret xwey hełak, le ban leş kird
çen şîşey matîk, le hingam ceng
řişyaw û şikya, zemîn kirdu řeng
yey kîlû kenyaw zułifkîs curawcur
henayî, sifîd, syah û baz û bûr
sedtumen bîştir şikyaw wejîr pa
şane û gîrî pa zułf saxtî amrîka
dû sa’et û nîm, ceng idame daşt
sed le’net we řun, tuxim niza kaşt
be’dez merafe û de’wa û qirim û qał
seyl ceng kereyl, yek yek çîne mał
xwem tenya menim, we diłey puř derd
gîc û sergerdan, şermende û řu zerd
ne řay pestim bî, ne řagey pîşim
ne řûy mał xwem, ne qewm û xîşim
wetim: sub biçim simsarî barim
hestîm heřac kem biçme pey karim
şamîPen name merafey řun newatî
hestît dade bad xistede latî