wiłim ke

From the Book:
Çepke Guɫ
By:
Shami Kermashani (1917-1984)
 2 minutes  2419 views
perîşanim, perîşanim, wiłim ke
duçar derd pinhanim, wiłim ke!
we derdim aşna kirdî, nekirdî
sitemger fikir dermanim, wiłim ke!
wiłim ke ta neweyd kes pey we derdim
du sê řûjî ke mihmanim, wiłim ke!
nekird kes de’wetim xwem bîme mihman
we kar xwem peşîmanim, wiłim ke!
ḧemame î seray serd û germe
bisaw kîseyî we naw şanim, wiłim ke!
tenim zanim nesîb mûr û mare
ne mûrim ne suleymanim, wiłim ke!
ne saxtî min, we fulade ne we seng
hef heşt de tîke suqanim, wiłim ke!
we kamî kes nyegerdid çerx ta ser
ne derwîşim ne sułtanim, wiłim ke!
we waweylay dił her şew řewane
sirişkî ẍem we damanim, wiłim ke!
xerabim kird xerabat xeyałd
we des çûd ’eqił û îmanim, wiłim ke!
we badey tełx camî zindeganî
demî mest û ẍezełxiwanim, wiłim ke!
we seḧray xeyał çun qeys sanî
tu kirdî wêł û weylanim, wiłim ke!
guzeşt fesłî behar û mûsmî bax
we fikirî lerzî zimsanim, wiłim ke!
lewe tirsim bikîşêd kar we hawar
nekey kes guş we efẍanim, wiłim ke!
wiłim keyd ya nîyekeyd řeḧmî we ḧałim
tenim kirdî we zindanim, wiłim ke!
we erwaḧ şeref sewgend ke da’im
melûl merg wicdanim, wiłim ke!
şeref kuşyad û wijdan cwanemerg bî
we bî wicdanî ḧeyranim, wiłim ke!
we kam düşmen buwem ey dûs! şikayet?
ke dûs bî qatił gyanim, wiłim ke!
wiłim ke! wiłkerd nîm sub le meḧşer
tu kirdî xar dewranim, wiłim ke!
tu kirdî bî ser û saman şamîPen name
we mewla xwem qeşeng zanim, wiłim ke!