wiłim ke
Li pirtûka:
Çepke Guɫ
Berhema:
Şamî Kirmaşanî (1917-1984)
2 Xulek
2034 Dîtin
perîşanim, perîşanim, wiłim ke
duçar derd pinhanim, wiłim ke!
we derdim aşna kirdî, nekirdî
sitemger fikir dermanim, wiłim ke!
wiłim ke ta neweyt kes pey we derdim
dû sê řujî ke mihmanim, wiłim ke!
nekird kes de’wetim xwem bîme mihman
we kar xwem peşîmanim, wiłim ke!
ḧemame î seray serd û germe
bisaw kîseyî we naw şanim, wiłim ke!
tenim zanim nesîb mûr û mare
ne mûrim ne suleymanim, wiłim ke!
ne saxtî min, we fulade ne we seng
hef heşt de tîke suqanim, wiłim ke!
we kamî kes nyegerdid çerx ta ser
ne derwîşim ne sułtanim, wiłim ke!
we wawîlay dił her şew řewane
sirişkî ẍem we damanim, wiłim ke!
xerabim kird xerabat xeyałit
we des çûd ’eqił û îmanim, wiłim ke!
we badey tełx camî zindeganî
demî mest û ẍezełxiwanim, wiłim ke!
we seḧray xeyał çun qeys sanî
tu kirdî wîl û weylanim, wiłim ke!
guzeşt fesłî behar û musmî baẍ
we fikirî lerzî zimsanim, wiłim ke!
lewe tirsim bikîşd kar we hawar
nekey kes guş we efẍanim, wiłim ke!
wiłim keyd ya nyekeyd řeḧmî we ḧałim
tenim kirdî we zindanim, wiłim ke!
we erwaḧ şeref sewgend ke da’im
melûl merg wicdanim, wiłim ke!
şeref kuşyad û wicdan cwanemerg bî
we bî wicdanî ḧeyranim, wiłim ke!
we kam duşmen buwem ey dûs! şikayet?
ke dûs bî qatił gyanim, wiłim ke!
wiłim ke! wiłkerit nîm sub le meḧşer
tu kirdî xar dewranim, wiłim ke!
tu kirdî bî ser û saman şamîNasnava edebî
we mewla xwem qeşeng zanim, wiłim ke!