kem desełatî beşer beramber twana û desełatî xwa

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  463 Dîtin
le’edem hatnî min kewtime seḧrayî wicûd
kewtime jêr barî emanet be řikû’ û be sicûd
ger ewey dîwme le dinya emeye nebwaye
bo jyanêkî muweqet çe zyanêke çe sûd
heykelî xake dirust kirawe lebo xerakirdin
direng û zûyî çîye ferqêkî le kara meqsûd
cewherî řoḧî le naw qałbî xakî dana
çi beqayêke fena ḧazre daym mewcûd
çende mechûle lemin faydey xelqetî min
sałeha neşûnuma kirdin û bûnim mefqûd
kêm û min çîm û bekarî çî eşêm îmřoke
le wicûdim çi semer fa’îdey bû mewcûd
xaney řaḧet û asayşî min bû ke ’edem
her lebo řencî wicûdim bû kewabûm mewcûd
cahîlim min ke le kwê hatim û bo kwê eçim
kê ezanê be ḧeqîqet çîye em ḧałe çe sûd
arezûyeke ḧekîmanî cîhan sa’î bûn
keşfî em ḧałe nebû se’î ewan bû bê sûd
kaşîfî řazî ḧeqîqet be ḧeqîqet xwaye
fehmî mexlûqe le esrarî îlahî meḧdûd
xadîmNasnava edebî em mes’ele zor ẍamîze û «laynḧil»Erebîe
ḧelqe lem derge mede fa’îde nada meqsûd