îman (biřwahênan) herwekû wacîbe be esił ke zatî xudaye be fiřû’îş (liqekanî) wacîbe

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 4 Xulek  497 Dîtin
herwekû wacîb bû îmanit be yektayî xuda
hem bezat û hem sîfat û ferd û yektayî xuda
hem be zumrey enbya û hem melayk bê yeqîn
nêrrawî zatî ḧeqqin enbya û muřselîn
yek be yek îman be xoyan û kitêbyan lazme
çunkî heryek bo zemanî xoy be emrî ’azme
heryeke dîn û kîtabî řayce bo ’esrî xoy
ta degate ’esreyekî tir lepaşî ’esrî xoy
aługořêke le karaye heta ’esrî ew
ew kesey dînî hemûyan nesxe bo edyanî ew
ye’nî pêẍember supehsalarî cem’î murselîn
nacî re’sî ewlya û etqya û tabî’în
«eḧimd»Erebî û «miḧmud»Erebîe nawî pakî ewhem «mistifî»Erebî
hem leser erza «miḧimd»Erebî berguzîde û «astifa»Erebî
nesxe dîn û hem kîtabî her peyember pêşî ew
ta qyamet cumle ’alem tabî’in bo kêşî ew
basî mî’racî be nessî ayeyî ḧeq sabîte
wa be «sibḧan alzî esrî bi’bidة»Erebî sabîte
yaxuda bê beş nebîn êmeyş be ḧeqqî ew şewe
lem fyûzî řeḧmet û în’amê kirdit lew şewe
yek sedubîst û çwarin ender hezaran enbya
cumle me’sûmin le curim û hem گûناە wihem řya
’ezłyan nabê le řutbe sabîte eḧkamyan
xettî meḧwî nayete ser sefḧey dîwanyan
’ebdujin, pyawî denî nabête pêẍember ebed
çunkî way kirduwe îrade zatî alilة alsimdErebî
bo ’ilûmî mertebe û řutbe û meqamî enbya
bem meqam û řutbe naga řutbey her ewlya
mu’cîzat û hem meqamî xarqî her enbya
hem keramat û kişûfî esfya û ewlya
sabîtin herdû ḧeqin baweř be herdûla biken
ḧeq ke zahîr bû lepaşa êwe înkarî meken
çwaryarî mistefa ewweł sidîqî ekbeře
«sanî asnîn az hima fî alẍar»Erebî bo em serwere
sanî fařûq û syem ’usman û çwarem ḧeydere
şêrî xwaye fatîḧî ebwabî qel’ey xeybere
zuhreye zehra le fewqî asmanî dînewe
ḧubbî herdûşahzade lazme bê kînewe
em deyey mubeşeren şeş baqîye paşî ewan
cenetîn her (de) be’emrî xalqî kewn û mekan
bo ’ubeyde û tełḧe û se’d û se’îd û hem zubêr
îbin û ’ewf û baqîy esḧabî dana û jîr
yaxuda biřjêne řeḧmet to beseryan ecme’în
her be şahî enbyawe takû cem’î tabî’în
herkesê ’eqłî hebê ’uzrî nîye ’îlmî nebê
yek be yektayî xudayî zulcelal û dû nebê
wextî mirdin tobe mer dûre leḧałî ye’sewe
mubtelabûbî ’ezabe ew beḧałî ye’sewe
karî çake dexlî îmanî nîye emma welê
zînet û îkmalî îman her beçake dête cê
wet be kafir nabê mu’mîn ger bika sed fîtî bed
ger bedił kifrê bika kafir ebê ew ta ebed
lefzî kufrî ger beser zara guzerka bê sebeb
cê becê kafir debê mirdû debû dergahî řeb
çunke tekwîn û mukewwen qet beyek nabin ebed
hem musebîb ba sebeb nabin wekû yek ta ebed
ger kesê bimrê leqebra lêy deken ḧalen su’al
řuknî dîn û hem le nasînî xudayî zulcelal
herkesê cwabî sewabit dayewe azad ebê
herkesê cwabî xetaşî dawyewe berbad ebê
taweku řojê ke «yum yib’is min fî alqibur»Erebî
bo ḧizûrî ḧakmî mutłeq deçê yewmî nişûr
gîr widar û ’edił û dadî padşahî dênecê
herkes îstîḧqaqî xoy edrêtê nuqsanî nebê
herkesê çep bê, beçep edrê kîtabî xoy bedest
řastanî ḧeq leřûyî řastî namey bedest
weznî e’malî be mîzanî ’edalet dête řû
zeřře zay’ nabê xêr wişeř hemûy herdête řû
herçî bê mîzanî «min xifit»Erebî xefet exwa lewê
bo «fimin siqilit»Erebî sirûrû ’eyş wişadî dête řê
bo guzergahî «siratîş»Erebî kafir û mu’mîn hemû
ḧetme îlla her’ebê têpeř bibê ta qewmî cû
çun «wan minkim ala warduha»Erebî warîde
agire bokafran û bo musłiman barîde
çun şefa’et nafî’e lem řojeda bo ’asyan
bogunahkaranî qewmî seyîdî însan û can
herçî gutrawe ḧeqe mucme’ ’eleyhî esfya
nessî ayat û ḧedîsî şahî zumrey ewlya