çîrokî şêr û mam řêwî
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
5 Xulek
1361 Dîtin
şêrêk le bêşe û cengełîda bû
le naw diřindan xoy padşa bû
řêwî û çeqeł û gurg û kemtyar
diřendey seḧra û deşt û kêwsar
hemûy zelîl bûn ledust em şêre
załim bo zułim be mezłûm fêre
her çê xorakê lem seḧraye bû
herçî nêçîrî lem deştaye bû
eygut hî mine hemû małî xom
ebê be tenha min hemûy bixom
muddetê pêçû duřindey seḧra
hemûy le birsa piştyan şika
îtfaqyan kird çûne xizmetî
bizanin çone qehir û řeḧmetî
duřinde hemû dûsê hezar bûn
le pêş padşa be ئاە û zar bûn
’erzyan dekird ey paşay ême
lebo dujminan penay bo ême
ême bênewa û feqîrî xotîn
xizmetguzar û esîrî xotîn
herçend to şahî lenaw duřindan
bê beşman meke le miłkî xoman
em serzemîne çend qeřn û zeman
le ecdadewe bote wetenman
ba êmeş bijîn lejêr sayey to
îtaḧet ekeyn leser ẍayey to
men’iman meke lem serzemîne
le nêçîr û daw le daneçîne
şêrîş hate ẍuřş cewabî dawe
gutî hî xome herçî lem nawe
beşertê řêgay leweřtan edem
min le bêşeda hîç hewłê nedem
tedbîrê biken le nawexotan
her řoj nêçîrê le gelî xotan
bom bênin bîkem be luqme û kebab
ta asûde bin baqî tir esḧab
qena’etyan kird be na’îlacî
qiseyan nebû zyatir řewacî
hatnewe be ’am tedbîryan dekird
qerarî qur’ey nêçîryan ekird
qur’ey lê bawên herçî bû bê bak
bo şîrî bebin bîka be xorak
nêzîkî mangê dewamî wabû
bo xorakî şêr yek le řêga bû
leser em ḧałe ḧałyan xirabû
letirsî mam şêr řoḧyan nemabû
kodebûnewe le cêgayekî
bo çarew tedbîr leherlayekî
gutyan waçake hemû be carê
xo be kuştin deyn ta bîkeyn karê
qibûłî nekeyn îtir em ḧałe
herayan dekird bem qîl û qałe
řêwî hate cwab ey gelî yaran
kepenk başe bo řojî baran
tedbîrê bikeyn bo ḧałî xoman
meşûret başe bo gelî xoman
«şawirhim fî al’emir»Erebî fermûy pêẍember
meşûret îşî pê deçête ser
hera û şeř wişor hîç faydey nîye
darî nezanî semerî nîye
’îlim serkirdey hemû karêke
bo îş guzarî zîba yarêke
xo min saḧîbî ’îlim û ferhengim
bo řaw û tedbîr her wekû hengim
mesłeḧetêkî zor çak ezanim
be kestan nałêm siřřî nîhanim
xwa tofîq bida eçim bolay şêr
tac û textî zû ekem serewjêr
ew qisey kird û zû hat berewxiwar
bo xizmet paşay załmî xwên xwar
le we’dey řojan tozê direng bû
şêr amadeyî bo şeř û ceng bû
řêwî hate pêş be girye û fuẍan
gutî haware ey şay diřindan
şêr be qehrewe gutî ey xesîs
be fikir wiḧîley toy wekû îblîs
kwa nêçîrekem bo dering hatî?
çon peyda dekey řêgey necatî
řêwî hate cwab ey padşahim
to temaşake giryan û ahim
nêçîrim hêna le nîwey řêga
tûşî şêrê bûm le nakawêka
ḧemley bo hênam be şîddetewe
gutî eto çî be ḧîddetewe
gutim nêçîre qawełtî şaye
cêgey ew şaye le bêşedaye
ẍezeb alûde gutî min şahim
saḧêbî tac û text û kulahim
em seḧra û mułke hemûy hî xome
diřendeş hemû ře’yetî xome
paşay to kêye gûy dexward edem
sełtenetî zû lê berbad edem
ḧemley bo hênam diłî pisandim
nêçîrekey zû ledest sitandim
êsta hatûm min bo şikayet
ta lepenay to bibîn ḧîmayet
şêr le qînewe gutî le kwêye?
ta te’dîbî kem bizanim kêye?
řêwî pêşî kewt şêr ledwawe
se’atê leřê birdî belawe
«bîr» ê le lařê hebû piř le aw
piř’efûnet û bogen û taław
şêrî bird heta geyye em bîre
meşûretî xoy herwa le bîre
řêwî pêy degut ey şay diřindan
cêgay ew şêre lem bîre penhan
şêr hate ser bîr ẍezeb alûde
řêwîş dûrbedûr bo xoy asûde
ke temaşay kird şêrî řiq hełsaw
’eksî xoy şêrê dyare le nêw aw
be řiq serî xoy ke bo tekan da
’eksekey xoşî ewey nîşan da
hełmetî bo bird xoy bo xiste bîr
qelbî têk şika her wekû hencîr
řoj mubarek bû bo řêwî sefer
řoḧî paşay nard herwa boseqer
beřeqis wişadî lewê geřawe
bo řefîqekan hemûy gêřawe
de’ba û diřinde aferîn goyan
kirdyan be cejne lenawe xoyan
cejnî nehzeye le hemû małan
eykeyn be řesmî bo hemû sałan
lesayey itlimî mam řêwî hemû
gişt necatyan bû leşêrî bedxû
her ’îlme pêşřew bo hemû karê
be cehil û ẍewẍa pêk nayê karê
her gel û hozê bo necatî xoy
řûle ’îlim ka bo ḧeyatî xoy
’îlme necatî ḧeyatit bida
’îlme kemałî sîfatit bida
mam řêwî çunkî ’alim bû bo xoy
zûnecatî da gel û qewmî xoy
herkes byewê necatî hozî
destî bikewê fetiḧ û pîrozî
le řêy ’îlmewe meşûret bika
sûdêkî nîye cehlî piř ẍewẍa
xame tifenge teḧrîr şimşîre
kilîlî dergay necat tedbîre