guftugo legeł kewî řawda

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  503 Dîtin
ey kew belence û lar û cwanî
yekem meḧbûbî dewrî zemanî
nexşî bałeket wekû gułzare
denûk ḧenayît wek pencey yare
bo cwan řeftarit be şaxanewe
dił bot desûtê be şaxanewe
heta denwařim piřxet û xałî
wekû meḧbûnî le çwarde sałî
cêgey to daym le kuhsaran
qaspet zor xoşe le gwêçkey yaran
nazanim boçî tûşî qefes bûy
tûşî çawî bed ئاە û nefes bûy
lam waye ey kew neqiş û nîgarit
bû be dujminî jyan û karit
leber řengînî cwanî û nexşînî
wa ḧepist eken mat û ẍemgînî
be nexiş û nîgar dujminî xotî
be neẍe dujmin hawcinsî xotî
xizmetit eken lenaw qefes da
esîr û ḧepsî le dest herkes da
bo řawit deba řwakerî ẍeddar
be to qewmî xot eka guriftar
terkî zîbayî û nexiş û nîgar ke
terkî lencewlar le kuhsar ke
bes ḧepsî qefes bem lencewlare
xawenî qefes bo to eẍyare
tefreyan mede hawcinsekanit
guriftar ebin be neẍmey cwanit
terkî xyanet legeł qewmî xot
letacî şahî çaktire bo xot
qefes herçendê telî zêřîn bê
nexiş û nîgarî gelê řengîn bê
xorakit herçend daney şekirbar
wek zehrî mare ledestî eẍyar
lencewlareket xoşe le şaxan
ba bes bisûtê diłim be daxan
ey kew xadîmNasnava edebîm bo hoz û yaran
toş herwek min be bo dostidaran