lexo bayîbûn

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  745 Dîtin
le xewî ẍefłet hełse bêdar be
nefist serkeşe zor agadarbe
weswesey nefse biłindit eka
leser řûy zewî etba bo sema
lexot bayî bûyî lûtit biłinde
agat le xot bê leber pêt kende
wa ḧałî mebe em cêgayey to
bo to danrawe qabîle bo to
pałit daweto le cêy emîran
cêgey to dyare kulbey feqîran
netbîstuwe qisey eyazKes û meḧmûdKes
ger xot binasî lêy wer’egrî sûd
eyaz le kesba ewweł şwan bû
zor jîr û wirya û sîfet cwan bû
leber jîrî xoy, xełatî kird şa
ḧurmetî pêda birdîye barega
belawey dana, kepenk û kelaş
bû be xawenî شکۆە û me’aş
bayî nebû qet řojê le řojan
eçû bo layan serî lê edan
be nefsî egut eḧwałit başe
hî toye eme kewl û kelaşe
şa ’aşîqî bû çunkî zor jîr bû
kewl û kelaşey daym lebîr bû
netbîstuwe fîr’ewn bayî bû temam
lûtî berz kird witî min xudam
axrî şeytan be řîşya řya
le eḧwałî xoy nebowe wirya
toş ke xadîmNasnava edebîy manay nawî xot
çîye û bizane agat bê le xot