em řoje çi řojêke ke dinya şiłejawe

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  791 Dîtin
em řoje çi řojêke ke dinya şiłejawe
her kes be cexarê cigerî qîmekirawe
dinya piřî aşûbe xelayq be ’imûmî
asayşî lê men’e ełêy cunbuşî awe
jandarme esûřênewe wek waşeyî birsî
bo laşeyî mîllet be fiř û fêłî ẍezawe
fewtawe leber suxre ker û qatir û yabo
wiştir seqet û şel buwe, ga piştî şikawe