ẍezelêkî mesnewî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  578 Dîtin
ał û wała key kałay bałay yar
řeşkî gułşene le fesłî behar
aławe zułfî be bałay diłdar
wek řeşmar be qed serûy coybar
mujganî xedeng ke day lecergim
qirçe qirçey dił nîşaney mergim
xałî gonakey ew yare zulxał
dił û gyanmî kirduwe be zuxał
her sengê eydem be ser sînem da
neqşî to egrê le pêş dîdem da
em neqşe bo min ebê be senem
ta bîperestim min bo def’î ẍem
diłim fanose bo şem’î řûy yar
tewafî eka can perwanewar
sîne le neqşî mudde’a xałî
wek şwên pê ’aşîq le řîga xałî
dest be seng bosing bole xodanim
pîşeme xadîmNasnava edebî heta etwanim