4

Li pirtûka:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
Berhema:
Mela Mihemmedî Çirustanî (1895-1963)
 7 Xulek  667 Dîtin

lam waye sał negeřayewe şêx marf bawkimî birde eḧmedbiřende, çunke nergisecař awî kem bû û le xusûsî medirse û nawdêwe bêwîs’et û telan û naxoş bû. emma eḧmedbiřinde deşt û awdar û bewîs’et bû. nazanim «metne muẍnî»Nava taybet ya «metnî unmûzec»Nava taybetm exwênd, şêx marf, xwa ’efûy kat, çen dersêkî pê witim. bawkim le eḧmedbiřinde feqêyekî zorî bû, û mutemadî xerîkî tedrîs bû. nazanim çend le eḧmedbiřinde maynewe, ewende ezanim leberdemî tekye û ḧucrey feqêyanda ḧewzê bû awî le şaxekewe be cogele bo ehat, çen małêkî ẍewarey lê ‌bû, aweke be pîsî ehat bo ḧewzeke. feqêye çû bo teḧqîqat, temaşay kirdibû jinêkî ew małe ẍewarane peřogû û sîpałî pîsî pêye le binawanî cogelekeda eyşiwat û cêgeyş lewane nebû jinan řûy tê ken. feqêke cinêw be jineke edat, sîpałekanî fiřê edat, mencełêkî pê ebêt mencełekey tûř heł’edat be serewjêreda ẍil ebêtewe. jineke em ḧałe bo pyawekan ke keřepyaw bûn egêřêtewe. be tifeng û demançe û darewe jin û pyawyan hatne ser feqêkan, bû be cengî meẍłûbe řojekey qereweysî tya kujra. pyawekan bawkêkî çetewł û dû sê kuřî bûn. feqêkan ke wayanzanî xoyan amade kird be dar û xencerewe bo şeř kirdin, yek têłayan da be gazî piştî bawkekeda xistyane çałêkewe, dû sê feqê têy berbûn. lîdan û pyadan le terefeynewe, şelim kwêrim naparêzim, des pê kira. jinan be têławe hatbûn, kuřêkyan ke bawkekey bewḧałe dî destî daye demançe ke bînê be yekêk le feqêkanewe. leberdemî małî êmeda bû, bawejnim - xwa ’efûy kat - pûrzay bawkim bû, destubird pelamarî têłayek edat, legeł kuřeke des hełdênêtewe têłake edat be baskya, kirdî be xiřxał, demançe lewlawe kewt, kuř lemlawe, demançekey be berd şikan. biray gewre ke emey dî tifengêkî ḧiskey pê bû, mela eḧmedî mela qadir meşhûr be mela eḧmedî faził, piştî lêy bû, tifengekey na be gazî piştî mela eḧmedewe giřî agir leser keway berbû. mela eḧmed řûy kirde kabra, hełat. mela eḧmed berew dway enêt, řû ekate naw dê. şeřeke pîs bû. mela eḧmed kutekêkî serzilî serxiřî be destewe ebêt, he lêre he lewê enîşête serî, axrî le ḧewşey małî aẍa eygatê, kabra ke ezanê ledes mela eḧmed řizgarî nabêt, egate bin tûyek, liqêk le tû dadepeřênê be hemûy hêzî xoy eydat be binagwêy mela eḧmeda, ełêt ya řesûlełła be necatî ḧeq. mela eḧmed eyut birîske le çawmewe hat û gwêm kas bû, enca destim hełbiřî, minîş witim ya řesûlełła nore gurzî xome, tenha yek kutek eda be tewqî serya, kabra wek teřaḧ lewê ekewê, ne êste mirduwe ne par, yek delaqe exane kase serî. emma mela eḧmed gałte nebû ha, pałewan bû. mela eḧmedî mela qadir abłaxî bû, legeł xałim mela ḧesen pêkewe şîrî xwardibû. beynê karî zorxaney kirdibû, zor beqwet bû, çunke gullebendî kak eḧmedî pêwebû piştî be zebrî gulleke sûr hełgeřabû û hîçî tir. lem waqî’eye şêx marf ke eḧmedbiřinde nebû. nazanim bawkim behoy em şeřewe bo lay kê çû, le řê egat be şêx marf, eygêřêtewe. ewşewe ew małe le tirsa bew birîndar û kelelayanewe baryan kird. bo sibeynê çûyne ser małekey, be’zê qap û qaçax şikaw nebê hîçî tya nemabû. nazanim ew fîletene ke mela eḧmed lêy da ma ya mird. wa bizanim bawkim ke eḧmedbiřindey cê hêşt sebebî her em şeře bû.

seretay řişanewe peyda bû ke le sałî 1322 bû. wa bizanim axrî bîst û yek peyda bû û bîst û dûy birde ser. kuştarêkî zorbey kird, ḧetta ełên le suleymanîye ḧewt hezar û ḧewtised û kusûrî pê mirduwe. waqî’e û kuştarî řişanewe kitêbêkî serbexo û teḧqîqatî tammey ewêt. nazanim eḧmed begî řîşênî çon legeł bawkima muxabereyan kewte beynewe, wełaẍî nard be dway bawkima neqłî kird bo řêşîn ke ḧucre û medresey bo dirûst kat û feqêy bo řagrêt. řişanewe zorbey send û biław buwewe be dinyada. wa bizanim ḧebîbe xanî jinî eḧmed beg - xwa ’efûyan kat - be řişanewe řoyşit. şarezûrî pêyan ewt «çaweqûłe»Cih. key ney’ewêra biçêt yasînî nexoş bixiwênêt le tirsa. min bêselîqe bûm pêm xoş bû bangim ken ke yasînî ewane bixiwênim ke deřşanewe. desim edaye qur’an, le yasîn xwênda ebûm leser nexoşî řişawe, hîy wa bû ke beser nexoşekewe egrya qiłp ha eřşayewe, pirşey řişanewekey le demuçawim ekewt, qêzim lê nedekird, ’eqiłim pê nedeşka. kabray şîwenker wek teřaḧ lewê ekewt. îtir dunya zor ’ecayb bû, kes behîwa nebû şew bigate sibey ya řoj bigate êware. bawejne fatmim řişayewe, sard buwewe be mirdûyan ezanî, awyan bo germ kird, keçî řoḧî têda mabû nemird, xelest çend sał ma. bawkim zistanêk le řîşên mayewe. esbabêk bo eḧmed beg peyda bû le xusûs begzadey cafewe bû ya le xusûs ḧukûmetî ’usmanîyewe bû ke eḧmed begî mecbûr kird be firoştinî dêkanî û koçî kird bo êran bo terefî sine. îtir bawkim çuwe bawêłe lay şêx enwer û şêx cemîl kuřanî şêx ’umerî byare, lewê muddeyek mayewe û medreseyêkî ’umde û tedrîsêkî başî bû.

lew beyneda ke le bawêłe bûyn, lamwaye benyazî te’zîyey melay pênciwên, řeḧmetî xway lê bêt bawkim çû bo pênciwên. lew sefereda min û mela yeḧyay biray le xizmetya bird. le byarewe be hanegermełe û keymineda serkewtîn bo ewdîw şaxî hewraman be derbend kełewêda řoyştîn, emma çe derbend kełewê? mesafeyekî dûrudrêj herdû terefî şaxî berz, û bîst ta sî car ebê bo ember û ewberî aweke bipeřîtewe û cê cê piley sextî têdaye. ke le derbend necatman bû belay çepa bamandayewe, geyştîne merîwan. şikłe ’ecayb û seyrekey golî zirêbar derkewt û belaya řoyştîn û be wilejêr û deretfêda çûyn bo pênciwên. lew sefereda zor ’ezabim çêşt çunke her le byarewe lepî destî çepim bewreşînkeyekî lê hatbû, lepî destim wek piştî kîsełî lê hatbû. le wilejêr ceraḧêk be neşter hełîdřî û wekû destî şikaw be milma be camanekem hełmi’awasîbû. teqrîben mangêkî pê çû enca çak buwewe.

xulasey kelam çûyne pêcwênCih le mizgewtî paşa, mizgewtekey miselay pênciwên mîwan bûyn. le ḧucrekey melada bûyn. bawkim neçû bo małî mela, xeberî da cenabî ḧeremî mela teşrîfî hat bo ḧucre, bawkim te’zyey lê kird. bawkim ’uzrî neçûnî małewey bo ḧeremî mela hênayewe. leber ewey merḧûmî mela seẍîrî heye, boye nehatme małewe. bebîrim mawe melajin fermûy xom zanîm hetîwman heye, boye nehatîte małewe. kuřanî mela, mela es’ed û mela eḧmed û mela sidîq - xwa ’efûyan kat - her sêkyan be feqêyetî le bane bûn. melajin fermûy melay pênciwên wesyetî kirduwe ke kuřanî min heta dersyan lay mela ’ebdulřeḧîmî çirustanî des kewêt, lay kesî tir nexwênin. bawkim fermûy her wextêk kuřanî cenabî mela hatne lay min, feqêm zor bêt ya kem bêt cêgey ewan her ebêt, medresey xoyan ebêt û min be çawî kuřî xom temaşayan ekem.