5

Li pirtûka:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
Berhema:
Mela Mihemmedî Çirustanî (1895-1963)
 8 Xulek  672 Dîtin

pêm waye le wextî xoya ke bawkim le xizmet melay pênciwên xwêndiwêtî, dersî be eḧmed aẍay qizłice zor witbû. bew munasbetewe çûyne qizłice eḧmed aẍa bawkimî îzin neda û xizmetêkî yekcar zorî kird. lamwaye mangêk ya zyatir le qizłice maynewe. lewê destekem çak buwewe. înca hatînewe pênciwênCih. kuřanî mela hersêkyan hatbûnewe pênciwên, daykyan kaẍezî bo nûsîbûn. kuřekan le pênciwên çawyan be bawkim kewt. bawkim pêy witin wextê ke zanîtan le byawêłe neqiłim kird, zanîtan le kwêm werin bo ewê bê pirs, cê bibê û nebê cêgey êwe her ebêt. le pênciwên geřaynewe bo byawêłe be deştî şarezûra. lamwehaye ew sefere penca řojêkman pêçû.

carêkî ‌tir dîsan ke małman le byawêłe bû bawkim le byarewe çû bo lay şêx ’ela’eddînKes le dûřuwe. be keymineda le şaxî hewramanewe be derben kełewêda řoyştîn. ke necatman bû be lay řasta bamandayewe, be qeraxî sîrwana řoyştîn be binarî kêwêkda, sîrwan lay řastiman û kêweke lay çepman kewt. mîqdarêk řoyştîn geyştîn be ’ecaybî sen’et û qudret û setwetî barî te’ala ke însan dîhşet û ḧeyret eygirt, lebeynî kêweke û sîrwana erzeke hełgeřabuwewe, şax û berd û dar û berz û newî beser yeka řûxabû, serewjêr bûbû, ew berdane twê twê encin encin bûbûn, edut xurîye şî kirawe ya lokey helacî kirawe, berdekanî hemû wek tûtyayan lê hatbû, heres û cimke be new’êk beser yeka têkeł û pêkełî kirdibû. samdar samî lê enîşt. cêge cêgey be berd û dar û ẍeyre bûbû be jêrewe, serî dareke bederew bû ya serewjêr bûbû, binî serkewtibû, liq û poyî jêr heres kewtibû, taze xełqî hatuçûyan pya kirdibû, řêgay konî nemabû, be’astem şwên pêy řêbwarî lê peyda bûbû, bawkim muteḧeyîr ma, lamwaye le zemanî feqêyetya ew cêgayey dîbû.

zor neřoyştîn geyştîn be qełebałẍê jin û pyaw, erzyan heł’egêřawe û şitumekyan der’ehêna. bawkim fermûy eme le pêşa dê bû, me’lûm dêke buwe be jêr heresewe û ew qełebałẍe ehalîy dêken û şitumek der’ehênin. wa dyar bû taze tûşî ew musîbete bûbûn, wextîş axrî behare. her weha řoyştîn ke geyştîne řastî komełeke, bawkim bo îstiraḧet û temaşa kirdinî ew ’ecaybe danîşt. pyawêk le dûrewe bawkimî dî hat bo laman, bexêrhatnî kird û danîşt. bawkim pirsî: eme çîye? witî: qurban, biłêm û çît bo bigêřmewe? eme fiłan dêye, lem şewaneda pyawêkman şew xeberî ebêtewe, gwê egrêt girmegirim û şirîxe şirîxe û seday ẍerîb dêt. mange şewêkî xoş bû. pyaweke berew dengeke eřwat bo ewlay dêkewe belay kêwekeda, le girmegirmeke sam eygirêt, zor etirsê. tozêkî tir eçête pêşewe berew kêweke, ke be dîqqet temaşa ekat, be şewqî mangeşeweke le dûrewe ebînê wa le binarî kêwekewe wirde wirde heres û cimke erz û şax û kenek û dewen û dar û berd û berz û nişêw beseryeka têkeł ekat û hełî’egêřêtewe û her dête pêşewe. pyaweke ke têy’egat herese û wa wirde wirde dête pêşewe bo dêke, heřa ekat û be hemû hêzî xoy hawar ekat: kure awayî heres hat, ser derken. be hemû serbanekana bang ekat û eqêřênêt. dêke be carê xeberî bowe, ḧeywanî zîndemał û xawxêzanyan daye pêş xo bo ewberî sîrwan û hîçkes merdemał û hîçî bo derneçû. sibey ke řoj buwewe temaşaman kird dêke hełgeřawetewe serewjêr buwe. îste wa xerîkîn şitumek ewî mumkîn bêt lejêr erz be paç û qulong û bêł û xakenaz derî ehênîn. kabra benew’êk em sin’etî xudayîyey bo bawkim gêřayewe teḧeyur girtî. lew serewa ke geřaynewe dêke gwastibûyanewe ewberî sîrwan, hemû xanûyan kirdibû. wa bizanim nawî dêke tifłîye. kabra legełman be naw heresekeda hat ta ser řêgay kon û çûyn bo dûřuwe lewê xoşman rabward.

şêx ’ela’eddîn, řeḧmetî xway lê bêt, bawkimî îzin neda, legeł xoy birdî bo kwêstan, le piştî sewława be deste û da’îrewe hawînan lewê kepryan bo małî xoy û bo xaneqay û bo xasse mensûban le ’ulema û xulefa û bo feqê ekird. mexsûs ḧacî mîrza řeḧmetołłay tałşî lela bû, ewî meşhûr û me’rûfe be seday xoş û leḧnî dawwidî. beřastî wexte biłêm îsteş awazey çirîkekey le gwêmda mawe. lezzetman lê dî. heta muddey mangêk her le xaneqay dûřû maynewe heta małî şêx çû bo kwêstan. keprêkyan bo ḧacî řeḧmetułła kirdibû leser banî xaneqa, kepreke agirî têberbû, buxçey bawkim, dela’îl û ferayze tesnîfekey xoy têda bû, dela’îleke qeraxî hemû sûtabû û fera’îzeke pekî kewtibû. lem sałaneda em ḧîkayetem gêřayewe bo şêx ’usmanî şêx ’ela’eddîn, xwa dewamî bidat pêkenî û witî: ewe min agirim berdaye ew kepre, agirim berdaye pûşî qerax serbanî xaneqa, pûşekan bisûtênim, herçen hawaryan kird kuře meke gwêm nedayê, axrî agireke perey send, çû bo kepreke, keprekey sûtan. bawkim be řoj lew kepreda řay’ebward.

kuřanî ḧacî şêx mistefay seqiz, şêx ḧamîd û şêx ře’ûf ke kiçezay şêx zya’eddîn bûn ewanîş le dûřuwe bûn. be komełî lebeynî çen řojêka eçûyn bo ew dêhatey deştî sewława, şewê emaynewe. zor xoşman řa’ebward. teqrîben dû mangiman pê çû lew sefereda. we şêx ’ela’eddîn le dûřuwe ’eceb dab û destigahêkî bû. ke geřaynewe belay dêkeda hatînewe. dêke lewber sîrwan bû. her be derbend kełewêda hatînewe, be şaxî hewramanda hełgeřayn, her ne’ebřayewe. le keyminewe hatînewe byare.

sałêkyan enwer û şêx cemîl hawîn baryan kird bo byare. małî bawkîşim be feqêwe legeł xoyan birdyan bo byare û kepryan bo kirdîn. řabwardinêkî xoş. zemanî şêx necmeddîn bû, zemanêkî xoş. sełtenetî ’ebdulḧemîd bû. te’rîxekey nazanim, me’lûm be sê çwar sał pêş ’ezłî ’ebdulḧemîd bû ke te’rîxekey 1326y hîcrîye piřtew paşa hate byare, îzharî îxlasî zor kird direḧeq be byare. cenabî melay byare mela ’ebdulqadrî merḧûm legeł şêx necmeddîn, ẍerqî reḧmetî xwa bin, leser tateberdî berdemî xaneqa danîştibûn. piřtew paşa pêyekî lay ewan bû û pêyekî le merqedî şêx ’umera bû. hatuçûy ekird. piřtew paşa daway tebeřřukî le şêx necmeddîn kird. desesřêkî biçkole, şîne xumîyekanî qedîm, çiłkin bûbû, kirdibûy beqedya, le piştênekey kirdewe û day be piřtew paşa, maçî kird naye ser serî, çen carêk witî: emeye tebeřřuk. daway tebeřřukim le şêx ḧîsameddîn kird, şêx ’elî tewêłe piřtew paş le tewêłewe hatbû, keçî bayî dûsed lîreyek mał û eşyay ’ecemî be qîmetî nayabî bo nardibûm, ředim kirdewe, witim: baba! min daway în’am û xełat nakem, daway tebeřřuk ekem. beřastî emeye tebeřřuk be desesřekey ewt her maçî ekird. wa dyar bû îxlas û şewqî meqameke û medreseke û şêx necmeddînî yekcar zor bû. îtir tefsîlim bebîr nîye û em serguzşitaney řabwardûn te’rîxyan nazanim boye nemnûsîwe.

lew muddeyeda jinêkyan le sineCihwe bo şêx necmeddînî byareKes hêna, şayî û zemawindêkyan kird benawbang bîgêřêtewe. mał û dewłet û sełtenet û dinyayêkî bêşumarî legeł bû. qetarêk hêsirbar her cîhazî ’ecaybî legeł bû. qełebałẍêkî bêşumar bû. swarêkî zorî legeł bû. herçî feqê û melay deştî şarezûre hatbûn. ḧetta le suleymanîyewe be’zê feqê hatbûn. ewey le hemû xoştir bû ḧacî baba û ḧacî mîrza řeḧmetułłay tałşî be swarî legeł şayîkerana bûn be swarî be cûte û yeke yeke eyangut, emma çi gutnêk,ya xwa xwa ’efûyan kat. jine sineyîyeke meḧremêkî şîrî xoy legeł bû, dergewan bû, feqêyek nazanim boçî eçêt, legeł ew dergewaneda ebê be şeřyan. jineke der’epeřêt û qise be feqêke ełêt û dengî berz eřwat. şêx necmeddîn ke ewe le jineke ebînê eynêrêtewe bo małî bawkî û çî hênabû gelêkî tirîşî exate ser, be ḧurmet ḧewałey siney ekatewe, leser feqêyek ya leser ewe ke dengî le małewe hatuwete derewe destî lê hełgirt, tełaqî da. şêx necmeddîn zatêkî beqîmet bû.