3

Li pirtûka:
Yaddaştekanî Minalî û Beşêkî Serdemî Feqêyetî
Berhema:
Mela Mihemmedî Çirustanî (1895-1963)
 9 Xulek  678 Dîtin

bawkim ke abłaxî becêhêşt çû bo terefî hełebce, xanûyekî tazey le abłax dirûst kirdibû zor gewre bû, řayspardbû ke çen feqîrêkî tya danîşin û xizmetî biken neřûxêt. le paşa yekê le hemewendekan, nazanim be aẍayetî ya çi new’êk, małî dête abłaḧ, xanûyekî way des nakewêt ke têda biḧewêtewe. feqîrekan der’ekat û le xanuwekey êmeda da’enîşêt. le paş gelê sał le kitêbêkî xałimda kaẍezêkim dî xetî bawkim bû, nûsîbûy le parçeyekî biçkole le kaẍeze aẍze cigere tenke zibrekey ke caran pêş seferber eyanbiřî bo aẍze cigere, bo ew hemewende ke le xanuwekemana be zor danîştibû, nûsîbûy be heřeşe û guřeşe be farsî mezmûnekey eme bû: to ke bê pirsî xawend xanû be hoy serkeşî û gewreyî desełatêkî dinyayyewe le xanûy êmeda danîştûyt, bizane ke yeqîn desełatî bizurganî dîn berewjûrtire le desełatî to. be geyştinî em kaẍeze ew xanuwe çoł ke û bîderewe be feqîrekan û eger wa nekeyt û be qisem nekeyt «baxbir baş ke sir mîşkind dîwarş»Farsî ye’nî baxeber be le xot çunke dîwarî xanuweke ser eşkênê.

kaẍezekem zor lela seyr bû, le xałim pirsî, witî: legeł kaẍezekey pê geyî tirs û dehşet swarî bû neywêra şewî tya řoj katewe, çołî kird.

bawkim bû be mudeřřîsî mecîd begî wesman paşa - xwa ’efûyan kat - le dêy pirîs ke cenûbî hełebce hełkewtuwe, teqrîben yek se’ate řê ebêt. wesman paşa mudeřřîsî xoy ebêt le mizgewtî paşa le hełebce û mesref û pêwîstî mizgewt û mudeřřîs û guzeranî feqêy medrese leser paşa ebêt. xanmî ḧeremî - xwa ’efûy kat - mizgewtî xoy ebêt meşhûr be mizgewtî xanim, mesref û pêwîstî mizgewt û mudeřîs û feqêkanî hemû leser xanim ebêt, mesarîf û guzeranî mudeřřîs û medrese û fiqêyanî dêy pirîsîş leser mecîd beg ebêt. îtir řatbe û ’adetî cêyan nabêt. minał bûm nazanim cum’e û cum’e zexîre le hełebcewe ehat bo pirîs ya mang û mang, nan û çêştî feqê le małî mela ekira. def’eyek wa bizanim nardinî zexîre le hełebcewe te’xîr ebêt, feqêy pirîs mecbûren çen řojê řatbey naw dê eken. lew řojaneda ke bawkim bo cum’e eçêt bo hełebce, paş nwêjî cum’e bo ew mewzû’e eçêt bo lay mecîd beg. beḧałim bebîre min neçûme jûrî dîwexan, le berheywanî bałaxaneke seyrî ḧewşe û dam û desgam ekird, baba řesûłî bêdenî, xwa be řeḧmetî xoy daypoşêt, feqê bû le xizmetya bû bo lay mecîd beg. babe řesûł gêřayewe: mamosta le xusûsî te’xîr nexsitinî zexîre bo feqêyanî pirîs legeł mecîd beg qiseyan hêna û bird. muddeyek qise kira. minîş danîştûm û gwêm girtuwe, axrî mamosta be mecîd begî wit: mîrim, mîrim! ewey pê nawêt. eger pyawî wek wesman paşa, eger jinî wek xanim. eger ne pyawît ne jinît, mela û feqê be xořayî desxeře meke. babe řesûł witî: ke mamosta em qiseyey kird min zor tirsam û diłim řaçenî. axrî mecîd beg witî: bełê beser çaw mamosta eger lemewla zexîre nardin hîç te’xîr bû bizane ne pyawim ne jinim.

ewey beřastî her xway xoy nasî
le mîr û aẍa nabê herasî
ewî xwanenas řûy le dinyaye
marmêlkey lela wek ejdehaye

axrî bawkim le pirîs zor nemayewe, şêx marfî nêrgisecař, xwa be řeḧmetî xoy şadî kat, neqłî kird bo nêrgisecař. şêx marf xwa ’efûy kat zor muxlîs û xizmetguzarî bawkim bû, xelîfey şêx ’umerî byare bû û mela û feqê perest bû, le şarezûra muxlîsî zor bû. le serguzeştey nêrgisecař ewî bebîrme feqêy zor tya bû. feqêyek şêx řesûłî nawî bû, minî nard bo lay feqêyekî tir bo kitêbêk ya bo şitêkî tir. ke çûm řaspardekem pê geyan, witî biço biłê řesûl gûy xward (řesûł be firistade ełên û min ’eqiłim pê nedeşka). çûmewe lay şêx řesûł, witim: bexwa witî şêx řesûł gûy xward. witî: kuře way newtuwe, řenge witbêtî řesûł gûy xward. witim: ne, her way wit. feqêkan qaqa destyan kird be pêkenîn. hełkewtêkî seyr bû.

feqêkan gelê sêşemme û cum’e eçûne ser çemî tanceřo bo mele kirdin. suxteyêkyan bû xełqî sine bû, destî çepî nebû, xetêkî farsî zor xoşî bû, wirya û zirîng bû, nawekeym lebîr çuwetewe. camî exwênd. feqêkan meleyan ezanî, ew feqê sineyîye ney’ezanî û ḧezî ekird fêr bêt. carêkyan kûleke awêkyan legeł xoyana hêna bo eme feqêke pêy fêrî melekirdin bêt. feqêke kûlekekey egirt be destewe û meley pê ekird û qaçî řa’eweşand, beser awekeda hatuçûy ekird, emma ney’ewêra tuxunî cêgay qûł bêt. dey dey bew new’e heta řahat. carêk be kûlekekewe řûy kirde nêrewey aw, xerîk bû bigeřêtewe neytiwanî, tirsa û dîhşet girtî, awîş be şepol birdî bewlawe, axrî kûlekeke le destî berełła bû û nuqim bû wek berdî bin gom. kûlekeyş aw birdî. feqê melewanekanyan becařê xoyan fiřêdaye naw aw, be mele řûyan kirde ew şwêney ke feqêkey tya nuqim bû û pele pelyan pê kewt. wa minîş le dûrewe řawestawim seyryan ekem, be mezenne bîst xutwe zyatir be jêr awa řoyî, tesaduf tûşî qedî darêk ebêt, lejêr awewe dare egrêt û pya heł’egeřêt. dareke liq û poyî bederewe bû, lepřêka serkewt, xoy be darekewe qaym kirdibû, nîwey leşî lenaw awekeda bû, le piştewe berewjûrî be derewe bû, tund darekey girtibû, şikłêkî seyrî bû.

wekû meymûnî lotî çon leber tirsî pilarêka
weya kitkê berewdiway nabê seg hełçê be darêka

ewende aw çûbuwe sikyewe beḧał qisey bo ekira û lewḧałeda hawarî ekirde feqêkan: kure kwîleke.. kwîleke.. aw birdî, bîgenê. be lehcey sineyîyane. kûleke dûr kewtibowe, îşaretî ekird: kure feqêkan! bigene kwîlekeke. feqêkan xemî ewyan bû, ew xemî xoy nebû, xemî kûlekey bû. feqêkan qaqa destyan kird be pêkenîn, ser be qoř pêy pê’ekenî. pêyan ewt: sa çunke to xemî kûlekekete xemî xot nîye ebê her bewêwe bît. axrî lepaş qederê fişe gałte çûn be mele nicatyan da, ta muddeyek pêkenîn leser em qiseyey goce bû. wa îste min ke eynûsim be pêkenînewe eynûsim tîmsalî waqî’eke dête berçawim. beharî ew sałe ke le nergisecař bûyn feqêy hełebce û ’ebabeylê û pirîs û byawêłe zor qełebałẍ bûn hatin bo nergisecař be meqsedî seyranî kejî zimnako. minał bûm, bebîrim nîye, leser mesref û de’wetî şêx marf bû ya be new’êkî tir bû, wam bebîre ke penca şest feqê ebûn. kejî zimnako lewber sîrwane, le nergisecařewe be nîw se’at egene sîrwan, epeřnewe, le şemêranewe boy eçin. behar bû erẍewan sûr, sîrwan hatbû, malamal, kiławey ekird. min û mela yeḧyay biram xwa ’efûy kat, legeł ew feqêyane bûyn, çûyn bo ew seyrane ḧeqîqeten zor xoş bû, xwardin le goşt û birinc û şekir û çayî û pêwîstî seyran be tewawî legełyan bû. feqêy şaxewanyan legeł bû. ke geyşte sîrwan, le bware panewe le pişt ’erebekan ke بûراێکی zor pane û mesafey ember û ewberî aweke zore, peřînewe. emma min şikłî peřînewem leber çaw mawe, pyawêkî kełeget ke eynasîm kirdimye qełandoşkan, cilekanî xoy xiste derpêyekey, leser serî qaymî kird, le bindestyewe herdû řanî minî şetek da, destî çepî minî be destî çepî girt, witî hîç metirse xot qaym bigre, qedbiř řoyî heta geyşte nêrewey aw. le naweřastî sîrwan pê le aw biřa, be destî řast meley ekird, be pê mele. car car aw egeyşte çenagey, pifî ekird le aweke û zû be minî ewt xot qaym bigre. destî řastim be petekey seryewe bû, her eyut dest bernedey, destim negrît. be mezenne lepaş dû sê deqîqeyek pêy geyştewe erz. maşeła edut be ser erza bêperwa û bêbak eřwat. peřanmyew. zorî leser neřoyn, çûyne şemêran. çen kesêkî şemêranî bo şarezayî û şaxewanî legeł feqêkan hatin û esbabî lazmeyan hêna. lewêwe çûyne binarî kejî zimnako, ser kanî û awêk, deştikêy sewz û şîn eyřiwanî beser gelê memleketa, be şayî û yarî û seyran řayanbiward. tefsîlî řabwardinim bebîr nemawe, çunke dû sê sał pêş řişanewe bû. emende ezanim teşwêyan hênabû, şaxewanyan legeł bû be şaxa hełgeřabûn, biřîbûyan, hengiwênêkî zoryan derhênabû kirdibûyane teştewe, ewende zor bû feqê û qełebałẍeke lêyan bêzrabû neyan’exward, feqê biław ebûnewe bew şaxaneda gijugyay beharîy xwardinyan ehêna û darî wişkî sûtenîyan ehêna; zelam zelam şew agiryan esûtan. ebû însan de xutwe ya zyatir ledûrewe danîşêt, darî wa gewreyan exeste ser! seyranêkî ’ecayb û xoş bû, nazanim çen şew lewê manewe. ke geřaynewe be kełek peřêmewe.