ḧefsexan kiçî neqîb şêx me’rûf

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 3 Xulek  859 Dîtin

fîrdewsîNava taybet le medḧî jinanî zabulistan mitûyetî: «zinanşan z mirdan dilawritrind»Farsî

le sadatî suleymanî, ewî xidmet û dyanetî hebû, nusrawe. emma le xanmanyan ḧefse xan kiçî neqîb şêx marf lewaneye ke nawî gum nebê, heta qyamet nawî bimênê, ewîş be nûsînî le te’rîxda ya le «gencîne»da ebê. min çunke şarezay exlaq û dyanet û sexawet û îḧsanatî ewm, wîstim le «gencîne»da nawî binûsim heta em xanme necîbe bedîne be mirwete ke lehîç merdê kemtir nîye, şuhretî bimênêtewe, be řeḧmet û be du’ay xêr yad bikirêt. destî sexay em xanme, teb’î řeşîdî bo hemû kes bebê ferq kirawetewe. le hetîw û bêwejin bexêw kirdin qusûrî nebwe. heta êsta çend taqim hetîwî gewre kirduwe û çend jinî bêmêrdî le tengane necat dawe. êwaran feqîr û hejar û ḧafiz û kwêr leber derganekeya ko ebnewe bo nan û şorba wergirtin û, în’am û îḧsanî be hemû şarda biław buwetewe. ew warîdatey ke le emlak boy dêtewe hemûy be în’am serfî dostan û nasyaw û xidmetkar û feqîranî eka û bo xidmetî me’arîf çend car jinanî şarî cem’ kirduwetewe û bo lêqewmawan herkes penay pê eba destyan egrêt. hîç cem’îyetêkî î’ane le suleymanîya danenîştuwe îlla îştîrakî ew î’aney kirduwe, beşî xoy parey dawew dîwaxanekeşî ke le îdarey şêx qadrî amoza û zewcî meşrû’îdaye wek zemanî neqîbî merḧûmî bawkîye le řeẍbetaye. etwanim biłêm benezer zemanewe gelê şitî zyatre lew zemane. mîwanîş lew dîwaxane esbabî îstîraḧetî tewawe, xidmetî zyadî ekirêt. sałê danîşê mîwan řûgirjî le kes nabînê. we beqeder mîwanî xarîc, her le şarda da’îma deste deste jinan bo xidmetî eçin. ḧefsexan le seffane kiçî ḧatem sexîytire ke bawkî řojê pêy ełît: seffane to wa dest biław û min wa, hemû małî dunya beşman naka. zya to dest bigrewe ya min. ewîş ełê letowe fêr bûm mekarîmî exlaq, natwanim xom bigirim. emîş bew hemû warîdat û meḧellî serwetewe ke heyetî sał be sał qerizdar emênêtewe. legeł sexawetî, dyanetîşî îsbatî kirduwe ke le newey ḧezretî kak eḧmede, qedrî ’ulema û meşayxî terîqetî zor lelaye. çend car bo zyaretî ḧezretî ẍewsNava taybet çuwete beẍda. eger zyad le mesarîfî beytîye û dîwaxan neqdî bibwaye tewafî beytułła û řewrey mutehherey řesulułłaşî dekird. xwa bo xidmetî feqîran berqerarî ka.