’ereb

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 5 Xulek  1060 Dîtin

qewmî berzî ’ereb le hemû ’esrêka pyawî bemuruwet, be’însaf, besexawet û keremî zor buwe. tewarîx le îsim û kirdaryan piře, îḧtyac be beyan naka. nîhayet beşî ewanîş le merdan, çend zatê le gencîneda enûsim.

***

«awla»Erebî lepêş îslamyetda ewaney meşhûrin: ḧatemî ta’îNava taybet, herîmNava taybet kuřî sînanNava taybet, ke’bNava taybet kuřî mamey eyadî. meşhûryan ḧatem û ke’be ke nawyan buwete «zirb alimsilErebî», kirdaryan le kitêbî te’rîxda nûsrawe.

***

lepaş îslamyet ew zataney ke xidmetyan be mîllet kirduwe û be sexawet meşhûrin «awla»Erebî ḧezretî ’elî. ḧezretî ḧesen. ’elî fermûyetî: ḧeya meke le bexşişî kem, me’îwsî kemtire û, hem fermûye: kesêk îḧtyacî bibê le kaẍezêka bom binûsê muḧafezey lesu’al ekem. řojê ’erebêk hate xidmetî gutî: ey «amîralmomnîn»Erebî îḧtyacîyekim heye ḧeya ekem ’erizit bikem. fermûy leser erz bînûse. nûsî min feqîrim. fermûy be qenberî ’ebdî destê cilî minî leber bike. feqîr witî minit poşte kird, em berge edřê. minîş be senay cwan to poşte ekem. witî qenber sed dînarîşî biderê. qenber witî eger em pareye be musułmanana biław bikeytewe îsłaḧî ḧałyan ebê. fermûy qenber bêdeng be, min le «risul alilh»Erebîm bîstuwe şukirî ew kese biken senaw medḧitan eka.

***

munkedîrNava taybet pyawê bû hate xidmet ḧezretî ’a’îşeNava taybet, witî ey daykî musułmanan tûşî feqîrî bûm. fermûy hîçim nîye. îsta dehezar derhemim bwaye emdaytê. munkedîr řoye derewe. lew weqteda leteref xalîdî esyed dehezar dirhemî bohat. dest becê nardî bo munkedîr, be hezar dirhemî caryeyekî kiřî, sê kuřî lew carye bû, muḧmemimdNava taybet û ebûbekirNava taybet û ’umerNava taybet ewladî munkedîr, le îslamyetda ekiremî ’ereb bûn.

***

ekiremî ’ereb telḧeNava taybet kuřî ’ubeydułła xwa lêy řazî bê, zyad kuřî cerîr egêřêtewe ke le meclîsêkda telḧem dî dehezarî serf kird, keçî be destî xoy derpêkey pîne ekird.

***

eş’esNava taybet kuřî qeys nardye lay ’edîNava taybet kuřî ḧatem mencełekanî bawkî lê xwast. mencełyan lazim bû. ewîş hemû mencełekanî piř kird le zexîre boy nard, witî ême be betałî menceł nadeyn be dirawsê.

***

mu’awyeNava taybet le ḧezretî ḧesenî pirsî: kerem kameye? fermûy lepêş tełeb û dawakirdina tebeřřu’ bikey û řeḧimit be swałker bibê legeł bexşîn.

***

’ebdułłaNava taybet kuřî ebûbekir le merdanî meşhûre. řojê beřêgayekda eřwa, tînûy ebê. lemałê daway awî bo’eken. afretê awî bo dênê. lepena dergake řa’ewestê nayête derewe. ełêt emir bike xidmetkarêkit bêt bo aweke, min jinêkî bêmêrdim, bêwejnim, ’azebim. ’ebdułła awekey xwardewe ełêt dehezar dirhemî bidenê. jineke ełêt boç gałtem pê’ekey? efermiwê bîst hezarî bidenê. witî xwa ’afyet û sîḧetit bidatê. witî sî hezar diremî bo bênin. ’ebdułła ’adetî wabû nefeqey çil mał dirawsê lay řast, çil lay çep, çil lepêşewe, çil lepaşewe’eda hemû goştî qurbanî bo enardin. le cejnanda bergî bo ekirdin û hemû cejnê sed ’ebdî azad ekird, xwa lêy řazî bê.

***

’ebdułłaNava taybet kuřî ce’ferî yekem pyawî meydanî sexawet buwe. ke mu’awye wefat eka bo te’zye eçête lay yezîdNava taybet. ewîş lêy epirsê sałyane leteref bawkimewe çendit buwe? ełêt hezar hezar dirhem. yezîd ełêt wa minîş ewendey kem lê zyad kird, çunke bepirsewe hatûy, řeḧimit heye. be yezîdyan gut çon diruste le beytulmałî musułmanan em mîqdare ebexşî betenha pyawê? ewîş gutî wełła be hemû ehlî medînem dawe. casûs şwênî ekewê bizanê ew pareye çon serf eka. ke egate medîne dest eka be xerc û serfî benaw ehalîda. lepaş mangê îḧtyacî kewte qerz kirdin.

***

carê legeł ḧesenNava taybet û ḧuseynNava taybet û ebû quḧafeNava taybet eçin bo sefer, baranyan lê da’eka, pena ebene małêkî ’ereb le xêłêkda. ewîş meřêkyan bo ser’ebřêt. sê şew manewe heta baran xoşî kirdewe. ke řoyştin ’ebdułła be ’erebekey gut eger hatye medîne eḧwałî ême bipirse. lepaş çend sałêk ’erebeke îḧtyacî peyda eka, jinekey witî boç naçye medîne bolay mîwanekanman? witî nawekanyanim lebîr çuwetewe. gutî biłê «abin altyar»Erebî. kabra çuwe medîne tûşî ḧezretî ḧesen bû. emrî kird sed wiştirî beşwan û feḧlekanyanewe bidenê. lepaş ewe çuwe xidmetî ḧezretî ḧuseyn, witî kakit le wiştir dewłemendî kirdûyn. fermûy hezar ser meřî bidenê. lepaşa çuwe lay ’ebdułła, witî le meř û wiştir dewłemend bûm. emrî kird sedhezar dirhemî bidenê. çuwe lay ebûquḧafe, witî min wiştir û meř û parem nîye, wiştirekanit bêne baryan kem le xurma. îtir dewłet û ḧoşî le ’ereb cwê nebwew heta wefatî kird. (le «alimistitrif»Erebîewe).

***

bo nimûne û tebeřřuk le pyawanî îslamî ’ereb em çend zatem nûsî, we’îlla be sed ciłd kitêb nawî merdanî ’ereb tewaw nabê û menaqîbyan xoyan be tefsîl nûsîwyane.