le hewlêr şêx muḧîydidîn, le kerkûk seyîd eḧmed

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  504 Dîtin

le şarî hewlêr, le sadatî berzincî şêx muḧîydidîn kuřî şêx muḧemmed sałḧ ke le ḧeyataye, saḧîbî tekye û mîwan, ewîş be małî ḧełałî, be řencî şan û bałî xoy, bo xidmetî mîwan û derwêşan lemeydana řawestawe. zatêke xoş xołq, sexî tebi’, be’îkiram. bo her kes řûy têbka bo herkarî bêt, se’îy eka, tê’ekoşê. hatuçoy hîç muwezzefê naka. da’îma le mał û tekyey xoya amadey xidmete, we bo řicay feqîran û mîskînan lelay muwezzef û me’mûre gewrekan be ’erîze û teḧrîrat beyanî eka û edîb û katib û muḧîbbî ’ulema û şa’îrane. zorkesî waye mura’atî neqdîyeşî eka. tekye û dîwaxanî şeb û řoj kirawetewe.

***

we le şarî kerkûkîş seyîd eḧmedî kuřî şêx ḧuseyn, emîş le sadatî berzincî, ḧacî û ẍazî û sexî û řûxoş û letîfego. sifrey sexawetî bo pîru cwan, bo ehlî ladê û şaristan řaxsituwe. fexrî kurdistan û şêrî meydane. zor edîb û ’aqił û syasî û danaw îş zane. te’rîfî bem çend dêře tewaw nabê. derdî ’ecemekan «zirb alimsil»Erebî ya ne «biru bibîn»Farsî be çawî xot biço bîbîne, ewsa merdîy ew me’lûm ebê. xwa mîslî zor bika.

cenabî şêx muḧîydidîn le hewlêr
eka řût û feqîran poşte û têr
le kerkûka cenabî seyîd eḧmed
lebo xidmet muheyyaye wekû şêr
***

wekû bîstûme ’ebdořřezaq nawêk le kerkûk mizgewtêkî dirust kirduwe, nizîk bîst sî hezar dînarî lemizgewt û ewqafya serf kirduwe. lazme em zateş daxłî «gencîne» bikirêt. xwa îḧsanî qubûł kat.