îbrahîm aẍay xubîle

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 11 Xulek  749 Dîtin

1 - menaqîbî însanîyet karaney îbrahîm aẍa kuřî muḧemmed aẍa ke be îbrahîm aẍay xubîle meşhûre. danîştûy suleymanî û le ’eşîretî kakeyî buwe. em ’eşîrete le goranekanin ke êsta le êranda hen. behoy tewessu’î ’eşîretekeyanewe ke sincawîyan pê ełên, bapîrî birayîm aẍa kewtuwete suleymanîCih. sincawî danîştûy muqate’ey «çwar ab řû»Nava taybet le êranin ke tabî’î kirmaşanCihn. wextî xoy bapîrî gewreyî birayîm aẍa ḧukmî ew muqate’ey kirduwe, le paşa herwekû gutman be fetḧî sincawî ke em wiłateyan girtuwetewe, bapîrî kewtote suleymanî ke ewsayş suleymanî taze bîna nirawe. lepaş beynêk legeł ḧakmanî bebe têkeł buwe, le suleymanî cêgîr ebêt.

yekem sîfetî: pyawê buwe nawî ’ebdûłła çawzeqNava taybet, xełqî suleymanî, danîştûy geřekî dergezênCih û kesbî ḧeywandarî «cełebçî» buwe, hemû sałêk le ḧeme paşay cafNava taybet çendihezar serêk ḧeywanî kiřîwe be parey ḧazir û qerz, birdûyetî bo mûsił û ḧełeb firoştûyetî. ke geřawetewe qerzekey muḧemmed paşay dawetewe. sałêk wa řêk ekewêt beqeder pazde kîse pare, ḧeywanî lê wer’egrê ke her kîseyek ’îbaret buwe le pêncised qiranî řewacî ewwexte. ḧeywanekan eba bo mûsił, lewê pare nakat, mecbûr eybat bo ḧełeb. xolase tûşî zyanêkî zor ebêt. xoy be her new’êk bêt dêtewe suleymanî. muḧemmedpaşa xeber ezanê ke ’ebdułła hatuwetewe, neçuwe bolay, diłgîr ebê. xêra dû swarî caf ekate ser ’ebdułłaNava taybet, pêyan ełêt biçin le małî ’ebdułła dabezin we lêy ẍafił nebin. minîş xom dêm bo şar, newekû xeber bizanê xoy bişarêtewe. ’ebdułła eřwanê êwareyek le nakawa dû swarî caf le małekeya da’ebezin, ewîş beqeder taqetî xoy xidmetyan eka we legełyan ekewête giftugo. tê’egat em swarane lelayen muḧemmed paşawe muḧafîzî ewn ta muḧemmed paşa dête suleymanî. şew beserda dêt, herçonêk ebêt xwî edzêtewe, ecête małî biraym aẍa, xoy fiřî edate tewîley wiłaẍekanî. mîr’axuř xeber ezanê, eçê xeber be aẍa edat ke pyawêk xoy fiřê dawete tewîle, emirit beçîye? ewîş ełê biçin pêy biłên bêt bo dîwaxan, herçî lê qewmawe ’îlacî ekem. eçin pêy ełên. ’ebdułła ełêt aẍa xoy neyet şertim legeł bikat ke ’îlacim bikat lem tewîle nayeme derewe. aẍa xoy dêt. ke temaşa ekat ’ebdułła çawzeqe, ełê ha ’ebdułła çît lê qewmawe? ełê aẍa pazde kîsey muḧemmed paşa qerzarim, ewa xoy dêt bo suleymanî we lepêş xoyewe dû swarî narduwe bo małî ême newekû min xeberî hatnî bizanim we bo layek derbaz bim. emca minîş xom fiřê dawete ber qapîy xwa, duwem to beyad kirduwe. aẍa zor diłxoşîy edatewe, we we’dey legeł ekat ke be hemû new’êk çarit ekem. destî egrêt, eybate dîwaxan day’enêt o zor îkiramî legeł ekat. wextî nûstin dîsan be diłxoşî daneweyêkî zor řewaney małî xoyanî ekat we pêy ełêt biřo bo xidmetî mîwaneket, hîç ẍem mexo, herwextê muḧemmed paşa hat çarit ekem.

lepaş çend řojêk muḧemmed paşa dêt bo suleymanî lay muteseřřîf. eşraf û pyawmunasban hemû eçin bo bexêrhatnî. biraym aẍaş eçêt. le meclîsda basî ’ebdułła çawzeq dênête meydan. biraym aẍa ’erzî ḧemepaşa ekat ełêt paşa ’ebdułła lem şareda be pyawî to meşhûre, ebêt derḧeqî ’ebdułła merḧemettan bibê ya le qerzekey serf nezer bifermûn we ya te’cîl bê wirde wirde botan eda bika. paşa le cwabda efermiwê xotan ewende pyaw bin. biraym aẍa «ana»Erebî emir be meḧmûd nawî pyawî ekat biçin pazde kîse pare bênin. her lew meclîseda pare dênin. biraym aẍa ’erzî paşa ekat emir bifermûn pareketan werbigrin. pyawî biraym aẍa pareke be tewawî teslîmî pyawî paşay ekat û ’erzîşî kird: paşam awa destigîrîy lêqewmawan û hejarî wiłattan eken!

2 - şewêk le ’arfey cejnî řemezanda lemałî xoyanewe eçêt bo dîdenîy dost û biraderanî xoy. leřêga tûşî çend ḧafzî qur’an ebêt lêyan epirsêt melayne oẍir bin? ełên îmşew ’erefeye, eçîn bolay îbrahîm aẍay kakeyî bo kasey cejin. ewîş ełê inca ’eyb naken beser em hemû musułmananeda eçin bolay kakeyî? lecwabda ełên qurban bam kakeyî bêt, mûyek le beraz bêtewe her çake. yekêkî tiryan ełî małî kakeyî herçonêk bîxoy ḧełałe. ewîkeyan ełêt eçîn day başe, neyda bedaykîyewe. ledway em giftugoye bêçirpe egeřêtewe bo małewe. le dîwaxan da’enîşêt. melakan dên lexwarewe bang eken aẍa xwa řawestat ka çwar ḧafzîn kasey cejniman nîye, ledway xwa qapîy toman beyad kirduwe. ewîş emir eka biçne dîwaxan lay xoy. ledway çend letîfe û qisey xoş, ełêt melayne le řêga tûşî kes nebûn giftugotan legeł bikat? melakan hest eken ke em denge eweye ke le řêga qiseyan legeł kirduwe. yekêkyan ełê aẍa ’efuman bifermû. biraym aẍa ełê bew qur’aney ke xwêndûtane herçî leřêga witûtane bom negêřnewe bemeḧrûmî etangêřmewe. na’îlac qisekanyan tekirar ekenewe ke leřêga be aẍayan gutbû. ledway ewe emir eka heryekî de řibe gendim, dû řibe birinc, dû ḧoqe řon, sed qiran pareyan bidenê.

3 - řojê le małî xoyanewe eçêt bo seray ḧukûmet be swarî. xidmetkarî zorî lexdimeta ebê. lenaw bazařa lepiř kuřê ciłewî wiłaẍekey egrêt ełê toy îbrahîm aẍa? ełê bełê. îtir le dayk û bawik û xuşk û kiç û kuřyewe pya eřwa bo cwên dan. xidmetkar boy eçin, nayełê. ke le cwên dan bwewe witî řołe lelayen min û xizmî minewe ya xidmetkarmewe tûşî zyanê bûy? kuřeke ḧaşay kird ke hîç zyanêkî leteref êwewe nedîwe. emca aẍa gutî ey boç be naḧeq em cwênanet bemin da? witî min pyawî fiłan aẍam. şew řûy kirduwe hemû xidmetkaranî witî kamtan etwanin biraym aẍam bo bişkênin? min te’ehhudim kird ke bîkem. biraym aẍaş witî to derḧeq aẍay xot xidmetkarêkî řastî. lazme xełat bikirêyt. em be pyawî xoy ekat em kuře berin sertapa cilubergî bo biken û pêncised qiranîşî bidenê.

4 - sałêk le ’eşîretî dizeyî aẍayek îcare ekat tûşî zîyanêkî zor ebêt. wextê ḧukûmet tengetawî ekat bo pare, le şuhretî pyawetîy biraym aẍa xoy û birayekî û dû xidmetkar dên bo suleymanî le małî biraym aẍa mîwan ebin. řêkewtî wextî meẍrîb eka, da’ebezin, wiłaẍyan lê wer’egirin. řû’ekene dîwaxan. selam eken, cwabî selamyan edrêtewe, îkiramyan egirin. ke danîştin mesîne û legen dênin bo des şitin, mîwanekan des naşon. dûbare teklîfyan lê eken, ełên aẍa nanit naxoyn. ełêt boçî nanim naxon? ełêt to pyawêkî awanteçî û nařastî. ełê xwanekerde legeł êwe çi nařastîm buwe? ełên lewextî xoyda panze kîse paret le bawkî ême qerz kirduwe be we’dey çend mangêk. eme ḧewt sałe netdawetewe. îsta ême emende řêgaye hatûyn bo em pareye. ta parekeman teslîm nebê, nanit naxoyn. aẍayş mîqdarê teḧemmul ekat, ełêt ’efum bifermûn. te’xîrî pareketan leber nařastî nebuwe, leber meşẍûłyetî dinya buwe. nantan bixon pareketan ḧazre. nexêr nan naxoyn. naçar emir be wekîlî ekat pazde kîse pare dênin teslîmyan eken, înca nanyan derxiward eda. legeł eweyşda xełatêkî munasbîşyan ekat. bo beyanî egeřênewe.

lepaş çend sał heman mîwan dênewe. barêk çekmey mûsił be êstirêkewe ehênin bedyarî û parekeş ehênnewe. şew le dîwaxan be îbrahîm aẍa ełên aẍa emannasî? ełê ne. ełên ême ew pyawaneyn ke fiłan wext hatîn îftîrayekî waman beto kird. pazde kîse pareman lê sendî. ême ewřoje wextiman zor sexłet bû, cenabîştan zor şuhretî pyawetîtan egêřrayewe. toman beyad kird. gutman eger em şuhrete řast bê em pareyeman edatê û lewaqî’a řast bû. xwa małit awa kat êmey le bêḧurmet necat da. ewa parekeman hênawetewe, we barêk çekmey mûsił ke bew êstireweye dyarîy cenabtane. aẍa ełêt yaxwa bexêr bên. ew pareye yek def’e le kîsey min derçû nabî bêtewe kîsey min. emma leber xatrî êwe dyarîyeketan lê qubûł ekem. netîce parekey her qubûł nekirdewe.

5 - lepaş carêk dost û řefîqî nesîḧetî eken ełên saḧêb ewladî, em małî xote boçî bem new’e biław ekeytewe? sexa ta emdereceye munasb nîye. ełê boçî min sexîym? ełên bełê. ełê min leçaw mistefay mammida sexî nîm, çunke min be małî dinya ew be řoḧ sexawetî kirduwe. lêy epirsin çon ebê? ełêt le zemanî ḧakmekanî bebe her kesêk be dewłemend meşhûr bûbêt cerîmeyan kirduwe. ewwexte mistefay mamim be dewłemend meşhûr buwe. wextî ḧukûmetî ’ebdułła paşa buwe. bangî ekat ełêt mistefa bîstûme dewłemendî, biço hezar qiran bêne. ewîş eçêt be xoy û xizim û dirawsêkanîyewe şeşsed qiran peyda ekat. dêtewe bolay ḧakim, temaşa eka le meydanî bazař sêdareyek hełxirawe, seyrçîy zor řawestawin. epirsêt eme çîye? ełên aẍa ew kabra ferencî lebere birayekî ew kabray leçkidarey kuştuwe, be emrî ḧakim eykujnewe. ewîş eçêt belay kabray bira kujrawa be her new’ê ebê îqna’î ekat. şeşsed qiranekey edatê, ewîş xwênexwêkey le kuştin ’efu ekat. em xebere egate lay ḧakim. ke mistefa aẍa egate ḧuzûr, ełê mistefa řaste to dewłemendî, xot hezar qiran cerîmet lesere we şeşsed qiranîş bo xełq edey. ’erz ekat paşa eger musa’ede efermûyt řastît ’erz ekem. ełê qiset bike. ełê paşa cerîmey xom hezar qiran bû be hezar ḧał şeşsed qiranim peyda kird, we bo çwarsedekey minîş exnikam. be şeşsedeke ewman necat da, bam xom bo hezar qiraneke ê’dam bikirêm. yekêk biřwa le dwan çaktire. ḧakim qisekey la meqbûł bû. ’efwî kird û şałêkî kîşmîrîşî bexełat edatê.

6 - çend şexsê le ehlî suleymanî îcare û îltîzamî emlakî emîrî eken. îbrahîm eẍa eken be kefîlî xoyan. wextî ḧasłat warîdatî wayan bo nayete pêş ke bitwanin zîmmetekey ḧukûmet biden. zyanyan geyşte sedhezar ẍurûş ke musawîy hezar dînarî êstaye. ḧukûmet tengetawî kirdin bo parey zîmmet, ya pare ya ḧepis. îbrahîm aẍa xeberî zanî, çuwe seray ḧukûmet ’erzî muteseřřîfî kird min kefîlî em pyawanem. musa’ede û muhłetman biden heta bedelî îcareke peyda ekem. ke musa’ede estênê dest eka be mułk firoştin û pare qerz kirdin. beqeder parekey ḧukûmet emlak û dêhatî efroşê, bedelî îcareke teslîm eka, meydan nada ew şexsane ḧebis bikirên ke em buwe be kefîlyan.

menaqîbîy îbrahîm aẍa tewaw nabê. xwa lêy xoş bê.

emey nûsrawe le ḧeme’aẍaNava taybety kuřezay xoy werman girtuwe.