oktay qa’an kuřî çengîz xan 2

le «řuze alsifa»we
Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 5 Xulek  719 Dîtin

pyawêk le kesêkî řastiguwe egêřêtewe witûye le zemanî sułtan ’ela’eddînî selcûqîda le řom bûm, yekê bû nanî le mesxereçîyetî exward. lewkateda awazey keremî qa’an dinyay dagîr kirdibû ke padşahêkî meẍul zêr û zêwî lela wek xak waye. em kabrayeş weswesey peyda kird ke biçête qeraqrûm le xwanî nî’metî qa’an çend luqmeyêk bifřênê, ne zadî hebû ne pare, çend kesê î’aneyan bo kokirdewe gwêdrêjêkyan bo kiřî kewte řê bo turkistan. le paş sê sał be bazařa eřoyştim yekêkim dî le tecellî û lîbasêkî tewawda bû, swarî espê bubû. ke çawî be min kewt dabezî, dest bosî legeł kirdim, birdimye małî xoyan enwa’î xwardin û meşrûbatî ḧazir kird, eẍłebî lenaw zerfî zêř û zêwda bû, xidmetkaranî xetayî le berdestya westabûn û espî çak çak le tewîleyda bestirabuwewe. minîş ewm nedenasî. heta sê řoj bem çeşne xidmet û mîwandarî kirdim. řojî sêyem witî min fiłan kesim ke le řomewe be swarîy gwêdrêj çûm bo turkistan. mêqdarê mîwey wişkim peyda kird, çûm le serřêgay qa’anda danîştim. ke hat le dûrewe çawî be min kewt, swarêkî beẍar nard bizanê min kêm û çîm? swareke hat lêy pirsîm çi kesî û le kwêwe hatûy? minîş witim le wiłatî řomewe be omêdî îḧsanî padşah řûm kirduwete em wiłate, we dyarîş em mîwem bo hênawe. teslîmî swarekem kird. swar ke eçêtewe xidmetî qisey minî bo egêřêtewe. qa’an mîqdarê le mîweke eda be emîranî û xoşî nextêkî lê exwa. baqî exate cantay xoy. swarekan «zahîren» be çawîy nařezayî temaşay qa’an eken. ewîş ferqî pê eka, pêyan ełî em pyawe le cêgayekî dûrewe řûy kirduwete ême û em dyarîyeyşî beser zor cêgay mubareka hatuwe, be xidmet zor zatî mubarek geyştuwe. feyz û bereket le nefesî em new’e kesaneda dest ekewê û ew mîwey be tebeřřuk lenaw xotana beşî biken. emey wit û hełî girte ẍar. řoyî, ke geyşte barega le danşimendî pirsî pyawekey le řomewe hatbû kwa? danşimend witî nazanim.

lêy tûře bû, witî êwe çon musułmanêkin? hawdînî xot le řomewe hatuwe, ẍerîb, bêcêga û řêga, bê aw û nan, lêt nepirsîwetewe. ebê biçî bîdozîyewe lay to mîwan bê heta egeřêtewe bo řom. minîş lenaw leşkira bûm, ke řwanîm beşwênma egeřên. minyan dozîyewe, birdimyane małîy danşimendîy perdedar, ewîş destî kird be xidmetkirdinim. řojî axir memleketê fetiḧ kirabû hefit sed baleşyan bo hêna. emrî kird hemûyan da be min. minîş le mîḧnetewe kewtime řaḧet û, le negbetewe dewłet řûy têkirdim, bûm bem pyawe ke embînî.

yekêkî tir: pyawêkî pîr le beẍdawe dêt bo qereqrum le serřêgay qa’an da’enîşê. ke qa’an hat û çawî be pîreke kewt bangî kirde pêşewe, witî lekwêwe hatûy? pîre witî le beẍdawe hatûm, lemała de kiçim heye, leber feqîrî û îḧtyacî natwanim beşûyan bidem. qa’an fermûy ḧałî xot boçî ’erzî xelîfe nekirduwe? pîr witî hemûcarê ke sedeqem le xelîfe dawa kirduwe le de dînar zyatryan nedawmê, em mêqdareş le nan û sebze zyatrî pê nekřawe. qa’an fermûy hezar baleşî bidenê. nizîkan ’erzyan kird em mebleẍe leser ehalî «xeta» enûsîn. witî le xezêne teslîmî biken. mwafîqî emir hezar baleşyan bo hêna boyan dana. pîr witî min pyawêkî pîr û bêhêzim le dû baleş zyatir natwanim hełbigrim. qa’an witî ułaẍ û esbabî seferî bo amade biken. pîr witî bem hemû nî’metewe min natwanim bigemewe wiłatî xom, ya cerde lêm estênê ya le řêga emirim, kiçekanim lem nî’mete bê beş ebin. qa’an fermûy de swarî meẍul bo muḧafeze legełî biřon. meẍulan legeł pîre kewtine řê bo beẍda, bêçare le řêga wefatî kird. em xebere geyştewe ley qa’an, pirsî naw û nîşaney xanûy xoy gutuwe? ’erzyan kird bełê. emrî kird bîbenemałekey teslîmî kiçekanî biken we pêyan biłên qa’an sedeqey bo êwe narduwe ke serfî cyazî û bûkyetî xotanî biken.

kiçêk le xizmanî qa’an beşû dira. emrî kird sindûqê mirwarî bênin. sindûqyan hêna. qa’an meşẍûłî şerab xwardin bû, fermûy em sindûqe le xotan dabeş biken. ke beş kira ḧazran ’erzyan kird em mirwarîye bo ew kiçe hatbû emirit kird dabeş bikirêt, fermûy biçin sindûqêkî tir bo ew bênin.

yekêkî tir: etabekî fars tehemtenNava taybety biray xoy bo xidmet padşa ard, lenaw dyarîyekyana dû qeřabe mirwarî tya bû. qa’an zanî ke mirwarî lay ewan zor beqîmete, fermûy sindûqê piř le cewahîr û mirwarî ḧazir bike. tehemten û ḧazranî meclîs le çawpêkewtinî hemû muteḧeyîr bûn. qa’an fermûy em mirwaryane bikene naw pyałey şerabewe, herkesê nobetî hate ser mirwarîyeke bo xoy hełgirê bîkate kîsey xoyewe.