oktay qa’an kuřî çengîz xan 3

le «řuze alsifa»we
Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 7 Xulek  507 Dîtin

yekêkî tir: qanûnyan wabû herçî ḧeywanî heye nabê serî bibřêt, ebê le singewe hełîdiřn. řojê musułmanê le bazař meřêk ekřêt eyba bo małewe, casûsî şwên ekewê bizanê çî lê eka. musułmanekeş ke çuwe małewe dergakey daxist, meřekey ser biřî. casûs çuwe serban lewêwe hate xwarewe musułmanî girt řaykêşa bo dîwan. ke geyşte qapîy ḧukumet kirdî be hera hera ke em musułmane meřî ser biřîwe. qa’an pirsî ewe çîye? bangî kird pirsyarî lê kirdin. gutyan em musułmane bê emrî êwe meřî ser biřîwe. ke teḧqîqî kird emrî kird musułmaneke ’efu bê çunke letirsî min bedzîyewe serî biřîwe, ceza ebê bo em turke bê ke şwênî kewtuwe. casûs tûşî ceza bû, musułman necatî bû.

yekêkî tir lotî û sêḧirbazî xetayî hatbûn şitî ’ecaybyan ekird, sûretî řeng řengyan nîşan eda, yekê lewane sûretî pîrê bû ke ser û mêzerî be kilkî espêkewe bestirabû řey ekêşa. qa’an pirsî eme çîye? lotîyekan ’erzyan kird eme sûretî musułmanî yaxîye bem řenge esîrman řa’ekêşin û ezyetman eden. qa’an fermûy carê yarîyeke meken, biçin defterî tebeřřukatî mawera’ulnehir wixurasan û fars û ’îraqî ’ereb û ’ecem ḧazir biken. çûn boyan hêna û meta’î xet’îyanîşyan hemû hêna. ke beraberî kirdin ferqyan zor bû, tebeřřukatî îslam çend qatî xeta’î bû. emcar witî derwêşêkî îslam de kesî le xetayî kirduwe be dîl, emîrêkî xeta’î heta îsta musułmanêkî dîl nekirduwe. eme delalet eka leser mertebe zorîy îslam, we hem qanûnî çengîz xan wabuwe lebatî xwênî musułmanê çil baleş zêř bidrê, we bo xwênî xetayî yek gwêdrêjî qerar dawe. bem delîl û îsbatane çon besûkî û bê ḧurmetî temaşay musułmanan eken? emcare êwem bexşî natankujim, carêkî tir em yarîye neken.

yekêkî tir: le şahanî êran şahê le meqamî îta’e û gerdinkeçîda çuwe ḧuzûrî. lenaw ew dyarîy û hedye ke birdibûy le’lêkî tyabû ke be’êrs destî kewtibû, leser le’leke kelîmey mubarekey «miḧimd risul alilh»Erebî û nawî ecdadî pêẍemberî tya nûsrabû. qa’an emrî kird ḧekak nawî hemûyan meḧu bikatewe ẍeyrî îsmî «miḧimd risul alilh»Erebî we lejêr îsmî «miḧimd risul alilh»Erebî nawî xoy binûsin.

yekêkî tir: derwêşê çend parçe asin tîj eka, be darewe qaymyan eka, leser řêgay qa’an řa’ewestê, ledûrewe çawî pê ekewê, swarêk enêrê: bizane ew feqîre çî ewê? swar çû lêy pirsî îşt çîye, çikarey? witî feqîrim, em direwşanem dirûst kirduwe be dyarî hênawme bo qa’an. swareke direwşekanî lê wer’egrê. egeřêtewe bo xidmet. qa’an lêy pirsî çî bû? swareke witî feqîre direwşî be dyarî hênawete xidmet. fermûy bizanim çonin? direwşekanî temaşa kird. witî emane bo şwan û gelewan zor lazme meşkey pê bidûrnewe. emrî kird lecyatî her direwşê baleşêkî bidenê.

yekêkî tir: řojê pyawêkî îxtyar dête xidmetî ’erzî eka hatim sed baleşim bideytê kasbî pêwe bikem. qa’an emir eka dûsed baleşî bidenê. xeznedar we xidmetkaran ’erzî eken em pîre ’umrî ewende nemawe bitwanê kasbî bika, boçî ew mîqdarey bidrêtê? qa’an witî em pyawe le muddetî ’umrîda em xulyaw xeyałey buwe, bam meqsûdî bête cê. birdyan bo xezne parekey teslîm biken, jimarekey tewaw nebû her lewêda mird.

yekêkî tir: gencinameyekyan dizîyewe ke efrasyabNava taybet le fiłan mekan gencêkî danawe be ga û gerdûn lebin nayet. ew mewqî’eş becêgay şazadekanî çengîzî nizîk bû. ke basî gencî efrasyabyan bo xwêndewe witî ême îḧtyacîman be xezney kes nîye, ewî xom heme eybexşim û biławî ekemewe beser bendey xwa û tebe’e û leşkirda, zyatirim nawê.

yekêkî tir: tucarê pênc sed bałeşî le xezne wergirt tîcaretî pêwe bika. lepaş muddetê hatewe be ’uzrî bême’nawe ke baleşekan nemawin, zererim kirduwe. qa’an emrî kird pênc sed baleşîkeyan dayê. sałêkî tir le eweł car zyatir be muflîsî hatewe. ’erzî qa’anyan kird ke fiłan kes baleşekanî hemû xwarduwe. efermê baleş çon exurê? wityan firoştûye be pare, parekey dawe be cil û berg û xwardemenî. qa’an witî ke wate baleşekan hemûy mawe, lay ew nîye, lay ře’yetî tire, nefewtawe. ewendey tirî bidenê emma nesîḧetî biken ewende îsraf û zyadexorî neka.

yekêkî tir: ehlî xetayîy bo şikat hatne xidmetî ’erzyan kird pênc hezar baleş parey tucar qerizdarîn, ledestimana nîye becarê em qerze bideynewe. ême ełêyn be qîst bemang eydeyn, tucar lêman qubûł naken. qa’an ke le şikateke ḧałî bû xeyałî kird ledłida witî tucar parey dest nekewêtewe be çî kasbî bika. ehalîş em mîqdareyan becarê lê bisênrê meḧu û perêşan ebin. řûy têkirdin, fermûy xotan û saḧîb qerz sibey bên bo xezne, ewî qerzî heye senedî binwênê le xezêne qerzekey werbigrêt. ehalî be diłxoşî ew şewe řayanbiward. beyanî legeł saḧêb qerz řûyan kirde xezne destyan kird be qerz wergirtinewe. hî wa hebû ẍeşî ekird zyad le ḧeqqî xoy, be şerîkî legeł ehalî werî egirt. ehlî xetayî becarê qerzyan leser laçû, be diłxoşî geřanewe bo xeta.

yekêkî tir: pyawê le cêga řawî qa’ana sê şûtî bo bird. qa’an ke pare û zêř û bergyan pê nebû, îşaretî kirde tûka xatunî ḧeremî ke dû duřřî beqîmetî le gwarekeya bû, bîdenê. wityan feqîrê qedrî em duřřane nazanê, sibeynê bêtewe herçî ḧazir bê werî bigrêt. qa’an witî em feqîre teḧemmolî ewey nîye heta sibeynê bwestê. ’adetî merdî sexî ewe nîye ke we’de biden û be meşeqqet bîden. em mirwarî û ełmasane axrî dêtewe bo xoman. leser fermûdey qa’an duřekeyan teslîm saḧêb şûtî kird. bexoşî geřayewe, çû firoştî be qîmetêkî kem. muşterî witî em ełmasane qabîlî qa’ane, benawî dyarîyewe birdî bo qa’an. witî eme ew mirwarîyaneye ke witim dêtewe lay xoman. teslîm be tîmûka xatûnNava taybety kirdewew ew keseş ke boy hênayewe be enwa’î ’eta mesrûrî kird.

saḧêbî «ruzة alsifa»Erebî efermê: elḧeq ew zemane îcabî be kerem û miruwet kirduwe, îsta ke te’rîxî nosedî hîcrîye beḧîkmet şit ebexşin, le seddî řemeq zyatir în’am nemawe. ẍełetim wit em sexawetî be’î’tîdale benezer be’zê zateweye, we’îlla îstaş merdî wa heye le îsraf û bexşiş û kerema ne qa’an û ne tayfey bermekîy hêşûyan le piştewe naken.