oktay qa’an kuřî çengîz xan 1

le «řuze alsifa»we
Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 5 Xulek  1124 Dîtin

ke îradey xwa bewe bû îslam sařêj bê, we ře’yet řû bikate asayş, çengîz xan le nexoşîy mirdinya oktay qa’anî kird be welî’ehd, lepaş xoy ew leser textî sełtenet danîşê. oktayî qa’anîş eyewîst ew wezîfeye bikewête serşanî. axrî be řicay wezîran û emîran we birakanî pêyan qubûł kird ke cênşînîy bawkî bê. ḧazranî meclîs û leşkir û xidmetkaran becarê le xidmetya kewtine ser ejnow leqebîy «qa’an» yan bo dana. şazadekan leser ’adetî xoyan leřûy řojda sê car sucdeyan bird.

ewîş emrî kird xezêneyî çengîz xan ke le şerq û ẍerbewe kokirabuwe, hênayane pêşewe beser xizman û serdaran û ehalî û bîgane dabeşî kird, filsêkî bo xoy nehêştewe. ke le bexşiş û ’eta feraẍetî kird, te’amî bo řoḧî çengîz xan dirust kird, feqîranî lî têr kird û hemû gunahbarî ’efu kird û leşkirî be etrafa nard ew şar û memleketaney le zemanîy bawkya wêran kirabû awa bikirêto. oktay qa’an pêş îran û tûran bû, ’edalet şî’ar, mubarek asar, hîmmet biłind, muḧîb û dostî ehlîy îslam, lay wabû ke dînî îslam le hemû dînekan çaktire. awazey sexaw keremî geyştibuwe şam û mîsru řom. baẍî arezûy ehlî şerq û ẍerb le baranî feyzî pêşuwan û dwa kewtuwan birdibuwewe, be wasîtey ewe ke dinya nîwey bo xoşîye we nîwey bo nawçakîye.

yekê le duşminî îslam hate xidmetî witî emşew çengîzxanim dî, lexewda pêy witim bekuřî min biłê musułmanan bikujê yekêkî nemênêtewe. ewîş nextê řawesta, lêy pirsî çengîzxan xoy em qisey pê witî ya be tercuman? witî her xoy pêy witim. qa’an witî to zubanî meẍulî ezanî? kabra witî na. emca pêy wit çengîzxan ẍeyrî zubanî meẍul hîç zubanêkî nezanîwe, ke wate to diro ekey. emrî kird le batîy musułman carê xoy bikûjin. pyaweke cûleke bû, be ceza kûştyan.

’adetî meẍul wabû le behara, le hawîna destupel le coge awda neşon, be zerfî zêřu zêw aw hełnegirin, kiras û lîbasî şoraw le deşta hełnexen, çunke em îşane be ’eqîdey ewan ebête sebebî zorî çexmaxe û birûske û befir û baran. mewqî’ekeşyan waye le ewełî behar ta axrî hawîn ebête zorî hewr û çexmaxe û, ehalîşyan lew ḧerekate men’ ekird, çunke şîddetî birûske û girmey hewr be dereceyek le tirsa lenaw xanûş aramyan nebû. řojêk qa’an le řaw ehatewe musułmanêkyan çaw pê kewt lenaw awda xoy eşûşt. leşkir girtyan, temayan bû bîkujin, witî carê bimênê, minîş taqetim nye bo su’al û cwab, bîben îmşew ḧebis bê, sibeynê teḧqîqatî ekeyn ke boç bê emrî û bê qanunî kirduwe? musułmanekey teslîm be danşimendîy perdedarî kird ke şew lay ew meḧfûz bêt û xoyşî be dizîyewe baleşê ałtûnî nard xistyane awekey ke meley tya kirdibû xeberîşî bo nard sibey ke lêyan pirsî biłêt kîse parem kewtibuwe naw aweke, çûm boy bigeřêm, lew kateda qa’an be xoy û leşkiryewe hat beserma, bom nedozrayewe. leber parekem ke lekîsim neçê em îşem kirduwe. ke çawim be leşkir kewt lenaw awekeda şardimewe newek lêm bistênin. musułmaneke sibey em teqrîrey da. qa’an witî kes natwanê le emir û qanûnî ême tecawiz bika. nardyan baleşekeyan le aweke derhêna lay qa’an dayan na. witî em bêçareye le tirsî parekey em îşey kirduwe. eme feqîre bê’îlace. emrî kird de baleşî tiryan bo hêna nesḧetyan kird carêkî tir em mu’ameleye neka.

qa’an zor ḧezî le seyrî pałewan û zoran bazî ekird. hêndê le zoranbazîy ’êraq û xurasan çûn bo meclîsî qa’an, xebaryan nard bo lay çurmaẍûn ke pałewanekanî qa’an řewane bika bo «qeraqrum»Nava taybet. çurmaẍûn sî ułaẍ alîk û xwardemenîy bo pałewanekanî xoyan ke fîleNava taybet û meḧmûdşahNava taybet û řefîqekanyan bûn, řêkxist. řewaney kirdin bo qeraqrum. qa’an şikił û hey’atî fîley lela zor munasb bû, pêy xoş bû. emîr îlçîgdaNava taybety witî ḧeyf bo em mesrefe zore ke bo êwe kirawe, hemûtan xesar kirduwe. qa’an witî to pałewanî xot bêne, eger serkewtin pênc sed espit edemê û eger jêr kewtin to pênc sed esp bide. leser em muqawele qeraryan da. ke şew hat qa’an fîlhî bang kird. îşaretî saqîyan kird be meramî fîle bizûtnewe. lepaşa sucdey bird. ’erzî kird mwafîqî řezay qa’an îş ekirê. řojî axir êlçîgday le taqmî xoy pałewanî hêna, legeł fîle kewtine zoran bazî. eweł car pałewanî meẍul fîley da be zewîda. fîle gutî be hemû hêzî xot min řagîr bike. lepaş ewe bew ḧîle û fêłey ke eyzanî pałewanekey meẍulî wa da be zewîda, dengî êsqanî bedenî hat. qa’an çuwe ser zorangirekan be fîley gut duşminî xot çak parêzgarî bikew, be êlçîgday wit çone esp û alîkyan ḧełałe ya xesare? binêre pênc sed esp bênin û în’am pênc sed baleş bew pênc sed be meḧmûd şah û, be řefîqekanyan yekî sed baleş bidrêt.