îsma’îl kuřî eḧmedî samanî

le «řuze alsifa» wergîrawe
Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 4 Xulek  626 Dîtin

îsma’îl le mulûkî samanî yekem padşay nawdar buwe. sexawetî, ’edaletî, berzî hîmmetî, ’ehd û peymanî betewawî nanûsrê. katê ẍałb ebê beser ’emruleysNava taybetda ke metłûbî xelîfey beẍda bû, we esîrî kird em dexaletî kird ke bînêrê bo xelîfe xoy neykujê. cwabî bo nardewe ke min duşminayetîm legeł ew nîye, le řoḧî xoy emîn bê. emma pêwîste genc û mał û xeznet le kwê danawe, teslîmî bikey. ’emir gutî le xizmanî xom, be «sam»Nava taybet nawim teslîm kirduwe ke bîba le herat bîşarêtewe. îsma’îl lepaş fetḧî be’zê le turkistan řûy kirde herat. ehlî herat tikayan lêkird ke emanyan bida, be bê şeř şar teslîm biken.

îsma’îl swêndî bo xwardin û ’ehdîşî kird ke řoḧ û małyan le emanda bê. şarî herat teslîm kira. leşkir daxłî bûn. kes neytiwanî destî le pûşê bida û, bo genc û xezêney ’emruleys pirsyaryan kird le kwêye û bo sam - ke xezney teslîm kirabû - geřan û serû şwênî nebû. le dewłet û serwetîy ’emir me’yûs bûn.

emîran çûne xidmetî, ’erzyan kird: nufûsîy şarîy herat sedhezar kes zyatre, her serî dînarêkyan lê bistênîn, sedhezar dînar bo ême ko ebêtewe, bo ewanîş yek dînar qedir û qîmetî nîye. bo leşkir kafîye ke em care tałanyan çing nekewtuwe. îsma’îl gutî: min ’ehd û peymanim kirduwe ke dexłyan nekem. îstake çon çendihezar musułmanî feqîr û hejar bixeme berdestî mwaşîr pareyan lê bistênin. «sa’eten» emrî kird be ḧereketî leşkir lenaw herata. gutî newek weswesey şeytanî bimxate ser xeyałî ẍedir û zułim û peyman şikenî.

dest becê leşkir barxaney řêkxist, kewtine řêga. mesafey yek dû se’at dûr le herat, xêwet û baregayan hełda. leşkir wekû seyran be hemû leyekda biław bûnewe. kenîzê le kenîzanî ḧeremsera eçête ser awê xoy bişwa, milwankey ałtûnî cewahîrbendî leser cilekanî dadenê. dałê le hewada wa ezanê ewe goşte, pelamarî eba be denûk hełî egrê. swar çawyan lê ebê. le hemû layekewe boy swar bûn, şwên dał kewtin, leçaw gumyan nekird, heta geyşte mabeynî dû şax, çawyan lêbû milwankey fiřê daye xwarewe. swar ke çûn seyryan kird, bîrê bû, fiřêy dabuwe naw ew bîrewe. yekêkyan be gurîs dahêşte naw bîrekewe. ke egate bin bîr temaşa eka leẍemê le bîrekeda heye, seyrî leẍemekey kird debînê piře le sindûqî ałtûn û mucewherat. xeberîda, ke xezney ’emir ewa lêre şarawetewe, şirîtî bo dadeyêłn, hemûy dênne serê, eybene xidmet emîr îsma’îl. ewîş şukirî xway kird û gutî: padaştî ehlî herate ke ’efum kirdin, le mucazat xwa emey bo nardûm. meger sam xizmî ’emir le etrafî herat ew neqid û mucewheratey le tirsa birdibuwe naw ew şaxe, lew bîreda qaymî kirdibû. xwa dest emîr îsma’îlî xist, ewîş destî kird be în’am û îḧsan legeł serdaran û leşkir, hemûy dabeş kird beseryana, leşkirîş ẍemî tałan nekirdinyan le dił derçû.

řojê le hodey xoyda, mamosta ders be eḧmedî kuřî ełê, řiqî le eḧmed heł’esê, pêy ełê xwa bereket bexot û be bawkit bida. emîrîş boxatrî mela şermesar nebê, gurc eçête derê le hodeke û keremû ’etaşî legeł eka.

ke ’emrî nard bo xełîfe, xełat û fermay sułtanî bo hat. ewîş her bergê lew xełate ke leberî eka, dû řikat nwêjî sunnetî pêwe kirduwe, heta hemûy bew çeşne leber kird. le axirda fermanekey maç kird, leser serî dana.

carê melayek le ’almanî ew zemane eçête xidmet. emîr îsma’îl ḧewt, hengaw eçêt bepîrî ’almekewe. şew le xewda be xidmet pêẍember (’ilîh alsiluة)Erebî egat, pêẍember efermêt: ey îsma’îl bewasîtey ewe ke to ḧurmetî ’alimit girtuwe, mijdet edemê le nesłî to heta ḧewt pişt, padşahî û ḧukmiřanî eken.

 

wesfî çakey zore. bo nimûne emende bese.