ḧoqey esrar

«le tezkîretul’ewlyay ’etar wergîrawe»
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  676 Dîtin
sebir û ḧewsele řuknî îmane
kesê řařa bê her sergerdane
pyawê hate lay şêxêkî beřêz
qidis alilh û sirة al’izîzErebî
witî ey şêxî pakî pak pakdaman
desme dayenet aman sed aman
siřřî terîqe û nimûney exlaq
nextê ḧałîke be minî muştaq
fermûy zor başe sibḧa se’at ḧewt
bê bo dîdenim le ḧucrey mizgewt
paş řoyînî ew şêx emrî fermû
mişkêkî saxyan xiste naw qitû
sibênê wextê kabra hate jûr
pîr şirû’î kird be pend û destûr
fermûy ke hergîz dem heraş nekey
esrarî biray dînî faş nekey
emanetit bê siřřî xudayî
aşkira nekey bo xûdnimayî
witî qurban qet wamełê be min
řazim penhane lay dos û dujmin
şêx fermûy biřon yek ḧoqqey esrar
bêrin bo biray dînî tazekar
qitûyan hêna bo mamederwêş
be şewq û îxlas desî hêna pêş
pîr fermûy îtir meyêre ḧizûr
ya yek mang biłê zîkirî ya sebûr
nexłetî des bey le ḧuqey esrar
le esrarî ew bibî xeberdar
witî ca qurban emanetî to
çon ebê kesê bika cistuco
sofî dî qitû xirtexirtî dê
le hîç cêgayê aram nagrê
serî siřmabû le esrarî şêx
derî nehêna ser le karî şêx
xudaye řoḧî pêẍemberane
yaxo cinoke û perî û şeytane
xulasey kelam taqetî taq bû
sebir û xuddarî pak le des derçû
ustadî e’zem şeytanî le’în
teşwêqî ekird bo keşfî yeqîn
axrî witî herçî bada badFarsî
xwa dewamî ba şêx lutfî zyad
ebê bizanim key ḧuqey esrar
le xewî ẍefłet çonim eka bêdar
be tirs û lerz û wehim û îztîrar
kunêkî kirde naw ḧuqqey esrar
dî beçke mişkê çawzît û wirya
bazreqey best û derçû le dirya
ew şewe nexewt heta beyanî
le daxî ḧuqey pîrî řebbanî
sibḧa be şoxî řaygeyan be pîr
ḧoqey esrar bû ya ḧuqey tezwîr
minit firîb da be guftarî wişk
minał exłetê be çoleke û mişk
serî tekan da pîrî nûranî
witî min le tom baştir ezanî
pyawî bê sebir û ḧewsełe û tedbîr
karî esasî çon ebê desgîr
to ke bo mişkê wa bêqerarî
çon řagîr ekey esrarî barî!