tiřî zil

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  602 Dîtin
tiřî zil çen cwanî xiste ’erz çen kesî fewtan
ke muḧtacî desî her nakesêkin bo letê sinnan
kuřim ’usmanNava taybet binêrme misgerî? ’usman meger kêye
newey şahî sîřaceddîn û řûřeş bûn û qing sûřdan
newey kak eḧemedî şêx bêt şuẍłî nanewayî ka?
wekû meymûn xerîkî ard awbêt û hewîrşêlan
lebo bała gelê bêcaye bifřîn herweha çake
le seqiz derneçîn û bînewe bo ser tepî małan
kuřî ḧay şêx biraym çon ebê beqał û çeqał bê
newadey erdełan û cawfiroşî? xan û çît pêwan?
xerîk bûm biçme dellakî ke zanî tûře bû mamem
witî beh beh eşorî ling û qingî ḧîz û namerdan
witim axir ebê kesbê bikem nanê bedest bênim
witî xwa řazqe hîçkes le birsa namrê bo nan
witim qur’an be êmey dersî koşiş da heta mirdin
witî me’lûme kake nîte dîn û mezheb û îman
le şanî ême dûre bîne çerçî û pîneçî û kasb
eger lêman biqewmê ya dizî ya şuẍłî derwêşan
lebo maqûł û nawdar ’eybe kesb û sen’et û teḧsîl
ebê wek gwêrekey bê pet bisûřîto lenêw kołan
xwa to nafî’Nasnava edebî û ewladî ew derkey le fîzî zil
giriftarî nekey îtir be de’ye û derdî bê derman!