ḧeq

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  780 Dîtin
çen xoşe bo ḧeq bê nan û aw bim
bo derpê muḧtac be gezê caw bim
le îctîma’a her beşxuraw bim
dûr le şoret û gewreyî û naw bim
le xełkî kenar dûr leber çaw bim
xwa pêm kerem ka nanêkî ḧełał
hîç derbes nebim bo řûtî minał
puł nedem be sû co nekeme çał
řizqim nexate lotîgerî û swał
şeřafetmend û nextê pyaw bim
milim kec nekem le kuncî mizgewt
mişkan řaw nekem çwar çwar û ḧewt ḧewt
legeł yaranim lar nebim û çewt
nedzim le mizgewt sûxt û dar û newt
her şipirzeNasnava edebîkey kewadřaw bim
nebim be ḧacî be pûłî ḧeram
pûłî pîs nebem bo beytulḧeram
bo ẍeyrî xwa nebestim îḧřam
xwa to nekey be nawî îslam
dûm damerzê û xerîkî řaw bim
yadî şêx nekem şeytan ḧazir bê
diłim le caran zor xeraptir bê
yadim lay eḧe û selme û qadir bê
bîrim lay manga û ker û qatir bê
zor hełsûřêm û her natewaw bim
kesbî ’îlmî ceř nekem lay îblîs
be ḧîle û telbîs, zuwan xoş û diłpîs
tawê bo mekke û tawê bo sûys
casûsî řûs û emrîka îngilîs
bo her dewreyê her xom ḧesaw bim
ḧał bêrim le xom peşêw kem ḧałim
bo cum’e bermał beme jêr bałim
beşî damawan bidem be załim
herwek mamosta qołim hełmałim
minîş qatłî goşt û piław bim
herwek şipirzeNasnava edebîm ba her peşêw bim
ba her sergerdan awarey kêw bim
ne derbes tarîf ne hî cinêw bim
herçon bê xêw bûm herwa bexêw bim
wêł û beřełła û pet piçřa bim!